Jinên Colemêrgî alîkarî ji Rojava re şandin
Jinên Colemêrgî alîkarî ji Rojava re şandin
Jinên Colemêrgî alîkarî ji Rojava re şandin
Meclisa Jinan a BDP’ê ya Colemêrgê, bi armanca piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê, alîkariya ku li navçeyê kom kir, ji Rojavayê Kurdistanê re şand.
Alîkariya ku li taxa Yeşîldere hat komkirin, danê sibê ji aliyê jinan ve li TIR’an hat barkirin. Li cihê barkirina tevkariyê, bernamzeta Şaredariya Geverê Ruken Yetîşkîn axaftinek kir û diyar kir ku ev nêzî meheke jinên Geverê ji bo gelê Rojava kampanyaya tevkariyê daye destpêkirin. Yetîşkîn anî ziman ku tevkariya ku hatiye komkirin encama keda destê jinê ye û got: “Bêguman ev tevkarî ne bes e. Ji bo ku em karibîn xwedî li gelê xwe yê Rojava derbikevin, pêdivî bi xebatekê mezintir heye.”
Piştî axatinê tevkarî ber bi Rojava ve hat birêkirin.