Rêxistin jinên ciwan a Komalên Ciwan yekemîn konferansa xwe pêk anîn. Konferansa ku pirsgirêkên îdeolojî û rêxistinî têde hatin nîqaşkirin de yekitiya jinên ciwan a Komalên Jinên Ciwan avakirin. Yekemîn Konferansa jinan bi şîara ‘Em di xeta Ş. Berîtanê bibin mîlîtan, xwe bi rêxistin bikin û ber bi serkeftinê bimeşin’ pêk hat.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera 20-22’ê cotmehê de konferans pêk hat û ji 4 parçeyên Kurdistanê û derveyê welat jî jinên ciwan tevlî bûn. Bi tevlibûna delegeyên girêdayî rêxistina jinên ciwan konferans pêk hat û bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Ji Konferansa KJB’ê Ronahî Serhat û Kawenda Herekol, ji Desteya Rêveber a KCK’ê Dr Jiyan Garzan û ji Koordînasyona YJA’yê jî Elîf Ronahî tevlî bû.
Yekemîn Konferansan Komalên Jinên Ciwan di warê rêxistibûnê de taybetiya wê ew e ku yekemîn e. Di konferansê de rêxistibûna xweser a jinên ciwan, pirsgirêkên pêşengiyê ê têkoşîna azadiya jinê hat nîqaşkirin.
KONFERANSA REDKIRINA MÊTÎNGERAN
Konferansê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dîwan ji 3 kesan pêk dihat hat diyarkirin. Axaftina vekirinê ya konferansê endama KJB’Ê Ronahî Serhat kir.
Serhat rêberê gelê kurd, gelê kurd û jin ciwan silav kir û wiha got: “Ev konferans ji bo pêşveçûna jinan gelek girîng e. Ev konferans di 4’emîn dema stratejîk de roja jinên ciwan û wezîfeya wê dê bide nîqaşkikirin. Dema 4’emîn hemleya şoreşger didomîne. Ev konferans redkirina pergala mêtîgneriyê ya her çar parçeyên Kurdistanê ye. divê biryarên; vala kirina saziyên dewletê, avakirina xweseriyê, mezinkirina artêşa gerîla a azad, bilindkirina têkoşînê di vê konferansê de bên girtin.
KOMALÊN JINÊN CIWAN HAT SAZKIRIN
Di konferansê de, rola jinên ciwan a li dijî pêvajoya siyasî, asta rêxistina jinan a li çar parçeyê Kurdistanê û derveyê welat û modela nû a rêxistinbûnê hat nîqaşkirin. Di konferansê de ji bo ku tevlibûneke aktîftir di serhildanên li çar paçeyên Kurdistanê bilind dibin de nîşan bide û pêşengiyê bike hat nîqaşkirin. Di konferansê de jinên ciwan nîqaşên mezin pêk anîn û hate gotin ku divê jinên ciwan di serhildanan de zêdetir pêşengiyê bikin.
Di encama van nîqaşan de îmze avêtin biryareke yekemîn. Jinên ciwan derbasî rêxistina yekitiyê bûn û Yekitiya Jinên Ciwan a Komalên Jinên Ciwan avakirin. Yekitiya Jinan a Komalên Ciwan ji bo xwe rêziknameyeke û amblemek diyar kir.
DERBARÊ RÊBERÊ GELÊ KURD DE
Di konferansê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd pêk were biryara divê hemû xebat bikevin navendê hate girtin. Her wiha di konferansê de biryar hate girtin ku li dijî êrîşên li ser Rêberê Gelê kurd divê di asta rêxistibûnê de têkoşîn bê dayîn û derbasî çalakiyan bibin.
SEMBOLÊN BERXWEDANÊ
Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane biryar hatin girtin. Di nava van biryaran de Zîlan Bagok û Sema Rojhilat ku di 21-24’ê Adarê de li Cudiyê di peçûnekê de jiyana xwe ji dest dan weke sembola berxwedanê hatin qebûlkirin. Yerîvan Azadî (Gulîstan Basutçu) û Ezda Ararat (Fatma Sagin) k udi sala 2005’an de bi hamleya mertalên zindî tevli gerîla bûn jî wekî ‘sembola bi fedayî ber bi serkeftinê çûn’ hatin qebûlkirin.
Konferans di şexsê gerîlaya jin Jîn Jîn (Gulîstan Fermezî) kul i Çelê jiyana xwe ji dest da ji bo hemû gerîlayên li Şemzînan, Çelê û Cîlo jiyana xwe ji dest dan hate diyarkirin.
SERHILDAN Û JINÊN CIWAN
Di konferansê de biryar hat girtin ku li her derê û her qadê divê çalakî û serhildan berfireh bin. Biryarên din yên ku hatin girtin wiha ne: Divê jin li her qadê perwerdeya xwe ya xweser pêş ve bibe, li dijî rewşên li dijî jinan yên weke fuhuş, madeyên hişber, sîxurtî di çarçoveya parastina rewa de bersiv bê dayîn, divê jin ji bo parastina çand, ziman pêşengiyê bike, li dijî êrîşên li ser çand, civak, rêxistin û siyasî-îdeolojîk divê parastina xw e ya rewa a aktîf pêş ve bibe.
Rojeva din a konferansê jî ev ku rêvebriya Komalên Jinên Ciwan bê diyarkirin û hilbijartin hatin kirin. di encamê de 7 kes ji bo koordînasyonê hatin diyarkirin.
DIVÊ JINÊN PÊŞENG HEBIN
Endama Koordînasyona YJA’yê Elîf Ronahî axaftina girtinê kir û wiha got: “Em niha di pêvajoyek dîrokî de ne û em konferansekî pêk tînin. Di tu demê de evqas derfet neketibû destê me. Bê guman ev derfet di encam têkoşîna azadiya ku rêberê me meşandiye derketiye holê. divê em van derfetan baş binirxînin. Ji ber vê jî divê jinên kurd bi hişmendiya pêvajoyê bibin pêşeng û bi hêztir tevli bibin.