Jinên ciwan li dijî tundiya li hemberî jinan meşiyan

Jinên ciwan li dijî tundiya li hemberî jinan meşiyan

Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger li Dêrikê li dijî tundiya li hemberî jinan meşek lidar xistin.

Meş bi tevlîbûna sedan jinan ji Meydana Azadî ya Dêrikê bi dirûşmeyan destpê kir. Jinên ku pankartên bi nivîsên "Na ji tundiya li dijî jinan re, Jin jiyan  azadî" vekiribûn û bê navber dirûşmên berxwedana YPJ'ê dipesinandin berz kirin, heta navenda ciwanên Şorşger meşiyan. Li vir meş veguhezî mîtingê. Mîting bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de tundiya li hemberî jinan ku bi destdirêjiyê, îşkenceya psîkolojîk, zewicandina di temenê biçûk de û sinetkirina jinan tê kirin hate şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku jin nûnertiya civakê dike negengaz civak bê azadiyê jinan azad bibe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana jinan a di nava YPJ'ê de û di qadên siyasetê de bûye mînaka herî berbiçav û ev tişt hatin gotin: "Jinên pêşeng baweriya wan bi azadiya jinan tê, bûne pêşengên hemû jinan. Berxwedana me her dem li dijî desthildariya mêr bû, Me di xebatên xwe yên Rojava de karîbû xeta xwe ya azadiyê pêşbixe û têxe asta herî jor."

Di mîtingê de li ser navê Yekîtiya Star Perwîn Mihemed axivî û bal kişand ser rola jinan di şorşa Sûriyê û Rojava de. Perwîn Mihemed berxwedana YPJ'ê ya li dijî komên çete anî ziman û daxuyaniya Barzanî ya li dijî Rojava şermezar kir.

Piştî axaftinan jinan govend geran û bi diruşmeyan dawî li mîtinga xwe anîn.