Jinên ciwan kampa havînê danîn

Li Ewropayê her sal jinên ciwan Kampa Havînî ya Jinên Ciwan datînin, îsal kamp bi dirûşmeya, ''Xweparastin şerê hebûnê ye'' danîn.

Kampa Havînî ya Jinên Ciwan ku her sal li Ewropayê ji hêla jinên ciwan ve tê danîn qediya.

Kampa îsal bi dirûşmeya, 'Xweparastin şerê hebûnê ye'' hate danîn.

20 jin tevlî kampê bûn, 6 rojan berdewam kir. Jinên cwan ên Kurd ji gelek deverên Ewropa hatin cem hev û kamp danîn.

Di kampê de ya bi tevlêbûna jinên Kurd û eneternasyonalîs li ser mijarên cuda semîner hatin dayin û çalakiyên hevpar hatin kirin.

Li ser nasnameya jinên ciwan, dîroka Kurdistanê, Şengalê, jineolojiyê, çandê û roja aktivîteyê semîner hatin dayin.