BI DÎMEN

'Jin û ciwanan karîne bandorê li ser hemû beşên civakê bikin'

Têkildarî rola ciwanan û bi taybetî jinan ku pêşengiya civakê dikin, jinên ciwan dibêjin: “Jin û ciwan di hemû qadên jiyanê de xwedî bandor in. Jinên me ew qas xurt in ku dikarin hemû astengiyan bişikînin.”

Li ser rewşa jin û ciwanan li başûrê Kurdistanê û têkoşîna jinên ciwan li dijî zihniyeta baviksalar, daxwaza jinan ew e ku di hemû qadan de pêşengiyê bikin. Mezûna beşa ragihandinê Niyan Mihemed û karmend Şehla Kerîm ji ANF’ê re axivîn.

‘JIN GAVÊN SERKEFTINÊ DIAVÊJIN’

Niyan Mihemedê diyar kir ku ciwan di pêşxistina civakê de roleke mezin dilîzin û wiha got: “Ciwan di pêşxistina bajar û welêt de xwedî roleke bibandor in, çunku ew gelek ramanên wan ên nû û şiyanên wan hene. Eger em behsa rola jinan di civakê de bikin, em dibînin ku di warên curbecur de roleke wan a bibando heye û şiyanên xwe  pêş xistine. Ew gavên serkeftinê diavêjin. Tevî van hemûyan jî astengî hene, lê divê ev astengî rê li ber şiyanên jinan negirin. Jinên me ew qas xurt in ku dikarin hemû astengiyan bişikînin.”

Niyan Mihemedê di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku divê ciwan û jin ji bo hişyariyê girîngiyê bidin xwendinê û got: "Xwendin ji bo jinan çi qas girîng be, ji bo mêran jî ew qas girîng e. Sînema û xwendin ji bo jinan dibin sedemên aramî û hişyarbûnê.”

‘ROLEKE GIRÎNG A CIWANAN HEYE DI AVAKIRINA CIVAKÊ DE’

Piştre Şehla Kerîm li ser rola ciwanan a di civakê de axivî û wiha domand: “Ciwan di civakê de xwedî roleke girîng in ji bo avakirina her qadeke civakê û ciwan dikarin bibin stûna wê qadê û dikarin guherînê çêkin. Divê ciwan şiyanên xwe pêş bixin, zanîna xwe zêde bikin û xwe rewşenbîr bikin da ku bibin takekesên sûdewar di civakê de.”

Şehla Kerîmê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Guherîna civakê bi ciwanan tê kirin, ji ber ku ciwan dahatûya civakê ne. Eger ciwan şiyanên xwe pêş bixin, dikarin di dahatûyê de nifşekî baş perwerde bikin. Eger em bikarin alîkariya ciwanan bikin, wê demê dê civakeke me ya serkeftî û dahatûyeke me ya çêtir hebe.”