Jinên ciwan ên Rojava jî tevî kampanyaya YJA dibin

Jinên ciwan ên Rojava jî tevî kampanyaya YJA dibin

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew ê bi mîsyona pêşengiyê tevlî kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bibin.

Tevga Jinên Ciwan derbarê kampanyaya ku YJA’yê bi slogan “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve” daye destpêkirin û rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star jî pişgirî dayê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Jinên Ciwan wê bi mîsyona pêşengiyê tevlî kampanyayê bibin û wiha hate gotin: “Di her qada jiyanê de pêşengiya jinê ya ji pêvajoya avakirina civakê re  ancax bi awayekî aktîf tevlîbûna jinên ciwan re dikare wê pêk were. Di asta civakê de jinên ciwan ku  xwedî roleke diyarkerin, bi xeta azadiyê ya Rêber Apo di projeya ‘avakirina  jiyana azad û neteweya demokratîk’ de pêwîste bibin hêza herî dînamîk. Di pêvajoya şoreşa Rojava de jî wekî jinên ciwan rast fêmkirin û tevlîbûna bi feraseta jinê hedefa me ya sereke ye. Hêzên komloger ku dizanin şoreşa jinê ya Rojava  wê bi azadiya Rêber Apo temam bibe, di 9 ê Çile ya 2012’an de sê rêhevalên me Sakîne, Fîdan û Ronahî qetil kirin. Hersê hevalên me di têkoşîna azadiya jinê de bûn xetekî esasî. Rêheval Ronahî bi enerji, coş û biryarbûyina xwe ji bo jinên ciwan  bû rêber. Ruxmî ku li ser vê komployê salek jî derbas bû Fransa ku xwe wekî navenda demokrasiyê  dibîne, bi nediyarkirina kujeran, nîşan dide ku parçeyekî vê komloyê ye. Em wekî jinên kurd helwesta Fransa  ya li hemberî vê komployê  tu caran qebûl nakin û ji bo ku kujer werin dîtin  emê têkoşîna xwe bigihînin asta herî jor.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tevgera Jinên Ciwan wê têkoşîna Sakîne, Fîdan û Ronahî bi rûmeteke mezin bidomînin, di avakirina neteweya demokratîk de rola pêşengiyê bilîzin û soza “Em careke din soz didin ku heya em bigihijîn azadiya Serokatî -azadiya xwe emê têbikoşin” hate dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya kampanyayê de wê meş, semîner, civîn û çalakiyên cur bi cur werin lidarxistin û banga tevlîbûnê li jinên ciwan hate kirin.