Jinên Ciwan ên Azad li Dusseldorfê çalakî pêk anîn

Endamên Jinên Ciwan ên Azad li ser pireke li Dusseldorfê pankarata bi nivîsa "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye" daliqandin.

Endamên Jinên Ciwan ên Azad (JCA) duh li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê çalakiyeke pêk anîn. Jinan ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarteke bi nivîsa "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye" ya bi zimanê Elmanî li ser pirekê daliqandin. Di çalakiyê de ala PKK'ê hate vekirin û pankart demeke dirêj bi pirê ve daliqandî ma.

Jinên Ciwan ên Kurdistanî banga, "Ji bo azadiya Rêber APO serî hilde!" kirin.