Jinên cîhanê bi malovaniya BDP’ê li Stenbolê dicivin

Jinên cîhanê bi malovaniya BDP’ê li Stenbolê dicivin

Meclîsa Jinan a BDP’ê ji bo malovaniya “Civîna Jinan a Herêmî ya Sosyalîst-Enternasyonal” amadekariyan dike. Tevî jinên CHP’yî dê gelek jinên ji Ermenîstan, Bosna Hersek, Albanya (Arwenût), Fas, Spanya, Îngilîstan, Yewnanîstan, Filistîn, Qibrisa Bakûr û Qibrisa Başûr beşdar bibin. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel der barê mijarê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku dê tevî pirsgirêkên giştî yên jinê, dê rola jinana di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî bê gotûbêjkirin.

“Civîna Jinan a Herêmî ya Sosyalîst-Enternasyonal” cara yekemîn pêk tê û jinên BDP’yî dê malovaniya wê bikin. Civîn dê li Stenbolê bi beşdariya welatên Deryaya Spî û gelek welatên din pêk bê.

Jinên tevî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê, dê jinên ji Ermenîstan, Bosna Hersek, Albanya (Arwenût), Fas, Spanya, Îngilîstan, Yewnanîstan, Filistîn, Qibrisa Bakûr û Qibrisa Başûr beşdarî civînê bibin û ezmûn û ceribandinên xwe bi hev re parve bikin.

Dê Seroka Jinên Sosyalîst û Enternasyonalîst Pia Locatelli axaftina vekirinê bike û dê Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî dê weke axaftvan beşdarî civînê bibe.

Civîn dê di hotela Taxim Hill Otelê de, roja 24’ê hezîranê demjimêr di 09.00 de dest pê bike û dê tevî nunerên rêxistin û saziyên jinan ên navneteweyî dê ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî nunerên gelek saziyên jinan, feminîst û çalakên mafên jinan beşdar bibin.

TUNCEL: EM Ê PIRSGIRÊKA JINAN BI DU ROJEVAN GOTÛBÊJ BIKIN

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel der barê civînê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku gava ew beşdarî Civîna Jinan a Sosyalîst-Enternasyonal bûn, wana pêşniyar kiriye ku civînek bi vî awayî li Kurdistan an jî Tirkiyeyê bê lidarxistin. Tuncel diyar kir ku ev pêşniyara wan hatiye nirxandin û biryar hat dayîn ku civîn di 24’ê hezîranê de li Stenbolê pêk bê. Tuncel bi bîr xist; "Hûn dizanin, CHP endama esas a Sosyalist-Enternasyonalane, em jî endama çavdêr in" û diyar kir ku dê BDP malovaniya civînê bike, lê dê jinên CHP’yî jî bedar bibin.

Sebahat Tuncel diyar kir ku dê civîn du rojan bidome û dê ji bilî bandora şerê li Tirkiyeyê li ser jinan, mexdûriyetên zayendî û kedê yên ku jin pêre rû bi rû dimînin, dê hin rewşên taybet jî bên gotûbêjkirin. Tuncel ev agahî da; “Dê du rojev hebûn... Em ê di pêvajoya pevçûnan de rola jinan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd binirxînin. Em ê tecrûbe û esmûnên jinên li cîhanê parve bikin. Rojeva din jî pirsgirêkên giştî yên jinan in.”

Tuncel got ku ew girîngiyek mezin didin vê civînê û got; “Ev cara yekemîn e ku li Tirkiyeyê civînek wiha ya Sosyalîst-Enternasyonal tê lidarxistin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelek feydeyên wê hebin.”