Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kibriye Evren, diyar kir ku dê li 7 herêman civînên jinan pêk bînin û dê serferberiya rêxistinbûna jinan bidin destpêkirin. Evren, da zanîn ku ev rêxistinbûna wan dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd bibe fînala azadiyê.
Meclîsa Jinan ya BDP'ê di çarçoveya rêxistinbûna jinê de li salona konferansê ya NÇM'ê civîna herêma Egeyê pêk anîn. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kîbriye Evren, anî ziman ku di serdema ku herî zêde zext û zordarî li ser wan zêde bûne de dijîn û wiha got:
"Di serdema herî ku zêde zext û zordarî hebûn jî dîsa jinan pêşengî kir. Niha jî dê dîsa jin pêşengiya pêvajoyê bikin. Bi taybetî zêdeyî 10 mehin Brêz Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û bi tevahî têkiliya wî ji dertorê qut bûye. Ji sala 2009'an heta niha li dijî kurdan komkujiya siyasî heye. 8 hezar hevalên me girtî ne. 500 hevalên me yên jin girtî ne. Ji bo ku hevalên me yên jin dîsa bên berdan em tê xwe bêtir bi rêxistin bikin û têbikoşin."
'EM PÊVAJOYA BIRÊXISTINBÛNÊ DIDIN DESPÊKIRIN'
Evren, bilêv kir ku ew dê di 3 mehên pêşiya xwe de pêvajoya birêxistinbûna jinê bidin destpêkirin û wiha berdewam kir: Em wekî tevgera jinan ji bo rê li pêşiya pêvajoyê vekin û pêşengiyê bikin divê bêtir em xwe bi rêxistin bikin. Em dê li herêmên Ege, Çukurova, Marmara, Botan, Amed, Serhat û Anatoliya Navîn civînan pêk bînin. Em dê li ser astengî û pirsgirêkên li pêş xwe niqaşan bimeşînin."
'AKP DÊ BI DESTÊ JINA KURD XILAS BIBE'
Evren, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê naşibe tu hikûmetê din û her tim bi polîtikayên înkar û îmhayê nêzî gelê kurd dibe. Evren, daxuyand ku AKP'ê gotibû 'Berê jinê bikujin' û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikûmeta AKP'e herî zêde jina kurd kiriye hedefa xwe. Ji ber vê yekê em jî dibêjin qedandina AKP'ê dê bi destê jina kurd pêk tê. Em dê li hemberî zext û êrîşên li hemberî jinan bêtir xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bilintir bikin.
Seferberiya me ya rêxistinbûnê dê bibe fînala Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd."