Jinên BDP’a Colemêrgê li dijî taciz û tecawizê daxuyanî dan
Jinên BDP’a Colemêrgê li dijî taciz û tecawizê daxuyanî dan
Jinên BDP’a Colemêrgê li dijî taciz û tecawizê daxuyanî dan
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Colemêrgê bûyerên tacîz û tecawizê yên van rojên dawî şermazar kir û got: "Em heta bedena jinê ji sermayetiyê dernexin, dê têkoşîna me berdewam bike."
Meclisa Jinan a BDP'a Colemêrgê ji bo destdirêjiya ku li dijî jinê di van demê dawî de zêde bûye şermezar bikin li ber Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Endama Meclîsa BDP'ê Sidik Akiş, Hevseroka Navenda BDP'a Colemêrgê Esmer Tekîn û Rehmî Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin amede bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta 'Em dê bi berxwedanê tundiya li ser jinê tune bikin', 'Ji qirkirina jinê re na' hat vekirin. Her wiha dowîzên wekî 'Ji bo fihûşê cih nede û nebe amûr' hat bilindkirin. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên 'Bedena min firotî nîne', 'Jin jiyan azadî' hat qîrkirin. Civaknas Ozgul Dogan li ser navê Navenda Jinan a Binevş axivî û destdirêjiya li dijî jinê pêk tê şermezar kir.
Dogan diyar kir ku, hêj doza N. Ç. bi dawî nebûye, doza E. A, bi encam nebûye, dawiya dozên N. F. bi dawî nabin û ev jî tiştek bê rûmete û wiha got: "Li Xarpetî jina 80 salî ku rastî tecawizê hatibû, ev nîşaneya nêzîkatiya li hemberî jinê dide xuyakirin. Bûyera ku li Sêrtê jî pêk hatiye, tişta ku bê qebûl kirin nîne. Zilamên ku xwediyê vê hişmendiyê bin, statûya wan çi dibe bila bibe, xwediyê çi dibin bila bibin, ev dide xuyakirin ku nêzîkatiya wan ya li hemberî jinê heman tişte û bi heman qirêjiyê nêzî jinê dibin.
Dogan çend roj berê li Colemêrgê ku operasyona fhûşê pêk hat şermezar kir û wiha domand: "Polîtîkayên qirêj ku li ser jinê tê meşandin, em şermezar dikin. Li cihê ku ser fihûşa li Colemêrgê bê girtin, kiryarên vê bûyerê bên girtin û cezayên giran bên dayin. Em wekî jinên Colemêrgê dibêjin vê qirêjiya ku li ser me tê meşandin, demildest bi dawî bibe. Em heta bedena jinê ji sermayetiyê dernexin, dê têkoşîna me berdewam bike."
Dogan aşkera kir ku, êdî ew dê her Duşem, bi mijarên cûda li qadan bin û bang kir ku hemû jin piştgiriyê bidin çalakiyên wan û li mafên xwe xwedî derkevin."