Jinên Êzidî yên li Şehbayê bi biryar in

Ji Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyan Suwat Hiso diyar kir, Konferansa Jinên Êzidî bi xurtî pêk hatiye û wê dilsozê soza azadkirina Efrînê bin.

Konferansa Jinên Êzidî bi şiyara "Di berxwedana sedsalê de em ê têkoşîna jinên Êzidî geş bikin" 30'ê Çileyê pêk hat. Endama Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyan Suwat Hiso girîngiya konferansê, rêxistinbûn û armancên xwe ji ANF'ê re nirxand.

Hiso diyar kir, du salên dawî wan giranî dane ser karên jinan û dixwazin jinên Êzidî bi rêxistin bikin. Hiso anî ziman, ew karên xwe yên li Efrînê li Şehbayê jî didomînin û hewl didin xebatkarên xwe hemûyan komî hev bikin. Hiso got, "Hema bêjin bar hemû li ser milê jinan e" û diyar kir, ji ber vê yekê wan pêwîstî bi konferansa duyemîn a jinan dîtine. Hiso bal kişand ser rêxistinbûn, tevger, têkoşîn û siyaseta jinên Êzidî û got, "Jinên Êzidî bi coşeke mezin tevlî vê konferansê bûn. Yekîtiya jinan xurtir bû. Yên ku heta niha tevlî kar nebûbûn, cihê xwe di nava kar de girtin."

Hiso diyar kir, nêzî 200 jin tevlî konferansê bûn û wiha dewam kir: "Hin jinên ciwan dema li Efrînê bûn tevlî nebûbûn, lê belê li vir tevlî bûn. Mêvanên me ji Heleb, Cizîr û Şengalê hebûn. Ji saziyên jinan hemûyan beşdarî çêbû. Me konferansa xwe bi vê sozê bi dawî kir: "Leyla Guven bi berxwedana xwe jinên azad temsîl dike; Bi ruhê Avesta, Barîn, Bêrîvan û Xanêyan em ê berxwedana xwe geş bikin û Efrînê rizgar bikin."