Jinên Êzîdî ji bo Azadiya Ocalan di çalakiyan de ne

Bi pêşengtiya SMJÊ û Meclîsa Jinê Ya DEST DAN, Mala Êzîdî ya Berlînê li pêşiya parlemena navendî ya Almanyayê bi armanca şikandina tecrîta giran li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşandina faşîzm çalakiyek hate kirin.


Çalakiya bi pêşengtiya SMJÊ û Meclîsa Jinê Ya DEST DAN, Mala Êzîdî ya Berlînê li pêşiya parlemena navendî ya Almanyayê bi armanca şikandina tecrîta giran li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşandina faşîzm hate kirin bi sedan belavok hatin belav kirin û armanca çalakiyê bi raya giştî re hate parvekirin.

Nûnera SMJÊ Nujiyan Gûnay li ser navê çalakvanan axivî û diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî Rojhilata Navîn bi taybetî civaka Êzîdî yekane azadiyê û aştiyê bi xwe re tîne.

Gunay got: “Ji bo xwedîderketina berxwedana rûmetê ku di kesayeta Leyla Gûven li hemû qadan tê meşandin û li Şengalê jî belav bûye, em jinên Êzîdî yekane cihê xwe yê pêşengtiyê digrin. Di kêliyên ewqasî hesas û awarte de bêdengiya hikûmeta Elmanyayê û CPT naye pejirandin. Divê demildest tecrîd were şikandin û dawî li faşîzm were anîn.”

Gunay bang li hikûmeta Elmanyayê, NY,CPT û raya giştî kir bêdengiya xwe ku tê wateya hevkarî kirinê. Bang li civaka Êzîdî kir di meha Sibatê rojane bênavber ji bo rakirina tecrîdê bi rûhê seferberiyê li qadan bin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindana’