Jineke şoreşger ku ketî derdê welêt: Sûltan Yavûz

Portreya Sûltan Yavûz ku li çiyayên Kurdistanê bû yekem jina fermandar û ketî nav rûpelên dîrokê..

Ev 33 sal di ser wê guleya pêşî ya PKK’ê re çûn. Di pêngava çekdarî ya 15’ê Tebaxa 1984’an de jin her çendî di nav de cih negirtibin jî tevlî nav gelek xebatên propagandaya çekdarî û rêxistiniyê dibin. Dema ku pêngava çekdarî dest pê dike Hanim Yaverkaya (Bêrîvan) li Botan, Dihê berpirsyariya yekîneyeke mêran dike. Piştî ku PKK 1977-1980’yî li Hîlvanê rêxistiniyê dike malbata wê bi çalakî tevlî nav têkoşînê dibe. Sultan hê di temenê xwe yê biçûk de malbata wê ji ber sedema ku xwînî ne wê didine destgirtî. Sultan ev jiyana ku ji bo wê hatî hazirkirin qebûl nekir û jiyaneke şoreşger tercîh kir.

NASKIRINA APOYIYAN

Di salên dibistana navîn de li Hîlvanê Apoyiyan nas dike. Apoyî karîgeriyê li ser Sûltan dikin û Sûltan tevlî nav wan dibe. Hem li dibistanê û hem li Hîlvanê tevlî nav xebatên rêxistiniyê dibe. Di merasîma cenazeyê şoreşgerekî de, ku di nav xebatên girseyê de jiyana xwe ji dest dabû, Sultan tim li pêş disekine. Li nav jinan xebatên rêxistiniyê dike. Li taxan jinan hînî xwendin û nivîsînê dike. Li ser arîşeyên jinan xebatên perwerdehiye dike. Her carê jî dibêje, ‘her bihosteke axa Kurdistanê zêr e’ û dixwaze gel di mijara netewî de bîrewer bike. Sultan ji azmûnê bi ser dikeve û derbasî lîseyê dibe.

KETINA PEY DERDÊ WELÊT

Sûltan ku hem di babeta netewî û hem jî di babeta jinan de bîrewer bûyî diyar dike ku ew ê bi destgirtiyê xwe re nezewice. Destgirtiyê wê jî her carê tê cemê û dixwaze wê qanih bike. Sûltan jî her carê erza wî dişkîne û rû nadiyê. Ji ber ku Sultan bi ser hildibû ev şexs newêrabû derkeve pêşberî Sûltan û bi dizî ew dişopand. Sûltan dema ku vê rewşê dibîne dibêje destgirtiyê xwe, ‘’Em ketine derdê welêt hin jî ketine pey derdê bênamûsiyê’. Destgirtiyê wî jî dibêje, ‘bi min re bizewice, ez ê jî tevlî nav têkoşînê bibim’, Sultan jî dibêje, ‘ez careke dî te nebînim.’’

Li gel hemû daxwazan jî Sultan gustîlê davêje û dibêje ew ê nezewice. Piştî vê demê destgirtiyê wê jî nema bi ser Sûltan de diçe.

Li Hîlvanê dema ku rêxistinî û têkoşîn pir xurt bû darbeya 12’ê Îlonê pêk tê. Li Hîlvanê bi dehan kes têne girtin. Ji malbata Sûltan gelek kes têne girtin û wan dibine Girtîgeha Amedê. Sultan jî firar e, bi heman firar dimîne û ji ber zextan diçe Amedê cem malbatê.

Diya wê dibêjiyê, ‘wê te bibînin, biçe teslîm bibe’ lê Sultan qebûl nake û dibêje ew teslîm nabe. Sultan nêzî salekê xebatên rêxistiniyê dike û piştre neçar dimîne ku derkeve derveyî welat. Sûltan beriya ku biçe ji xwîşka xwe ya jê biçûktir Fatma re dibêje, ‘Bi min re were, bibe Gerîla. Tu li vir bimînî wê te bizewicînin. Gelek zarên te wê çêbibin, wê pê li serê te bikin. Jiyaneke wiha nejî, heke tu bi min re neyî tu yê poşman bibî.’’

15’ê Tebaxê dema ku ‘Pêngava Çekdarî’ çêdibe Sultan êdî li çiyayên Kurdistanê gerîlayek e. Li bejahiya gundê Bênavokê ya Şemzînan a Colemêrgê, 1988’an bi 9 hevalên xwe re dikeve kemînê û jiyana xwe ji dest dide. Sûltan di kemînê de radest nabe, di şer de li ber xwe dide, li gel ku birîndar dibe jî bi saetan şer dike. Malbat wê demê hîn dibe ku Sultan jiyana xwe ji dest daye. Lê ji ber zexta zêde û gefan nikare cenaze rake. Tê gotin Sultan bi 9 hevalên xwe re bi komî têne veşartin.

Ji bo Sûltan ku cenazeyê wê nehate dîtin li Goristana Hîlvanê beriya bi 9 salan ji bo Sultan û gelek hevalên wê yên têkoşînê ku cenazeyên wan nehate dîtin goristaneke temsîlî hate çêkirin.