Jineke ciwan li Bismilê întîxar kir
Jineke ciwan li Bismilê întîxar kir
Jineke ciwan li Bismilê întîxar kir
Li Amedê jina ciwan R.Y. a 15 salî dema kesek li malê tunebû xwest bi çekê xwe bikuje. Jina ciwan a hat ragihandin ku bi giranî birîndar bûye rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcle.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, jina ciwan R.Y. a 15 salî ku li gundê Çetîklî yê girêdayî navçeya Bismil a Amedê dijî, di wextekî ku kesek ne li malê bû, xwest bi çekê xwe bikuje. Ciranên ku li ser dengê guleyan ketin hundirê malê zaroka ciwan di nav xwînê de dîtin. Jina ciwan ku destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle kirin.
Hat ragihandin ku rewşa R.Y. giran e.