Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê Zehra Demîr (33) a hevserê xwe berdaye û kesekî din re dijî, ji aliyê birayê xwe yê ji girtîgehê ji bo 3 rojan bi destûr derketiye hat qetilkirin.
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê M.A. yê Girtîgeha Buca bi destûra 3 rojan ji girtîgehê derketiye, xwişka xwe Zehra Demîr a 33 salî ya hevserê xwe berdaye û bi kesekî din re dijî, bi kêrê qetil kir. M.A. piştî demekê xwe radestî polîsan kir. Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyê Demîr rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.