Jineke din hate qetilkirin -HATE NÛKIRIN
Dîlek Kaya ya li navçeya Peyas a Amedê, ji aliyê hevalê xwe yê leşkerê Tirk ve hate kuştin.
Dîlek Kaya ya li navçeya Peyas a Amedê, ji aliyê hevalê xwe yê leşkerê Tirk ve hate kuştin.
Jineke bi navê Dîlek Kaya ku li navçeya Peyasê ya Amedê li avahiyên TOKÎ dima, ji aliyê hevalê xwe yê leşkerê Tirk ve hate kuştin. Kaya li bajêr li kargehekê karê hesabgiriyê dikir.
Astsûbay Y.Ç. ê li Fermandariya Jet a Bingehîn a 8'emîn a Amedê wezîfedar e, bi çeka xwe berda serê Dîlek Kaya. Kaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Leşker ê kujer hate destgîrkirin.
Cenazeyê Dîlek Kaya piştî lêkolînê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî.
Xwişka Dîlek Kaya Mûtlû Kaya jî bûbû hedefa êrişa hevalê xwe yê mêr, ji ber fîşeka li serê wê ketibû demekê nekarîbû biaxive û bimeşe.