Piştî ku cihê Serdozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) Luis Monreno Ocampo vala ma, Wezîra Dadê ya berê ya Gambiyayê Fatou Bensouda bû serdozger. Bensouda yekemîn jin û dozgera Efrîkayî ye ku dibe Serdozgera DCN’ê.
Ocampo piştî 10 salan dozgertiya DCN’ê kir, bû serokê beşa hiqûqê ya FIFA’yê. Vê carê DCN’ê serdozgerek Efrîkayî çêtir dît. Ji îro û pêve Wezîra Dadê ya berê ya Gambiyayê dibe Serdozgera DCN’ê.
Bensouda ji BBC’yê re axivî û diyar kir ku ew ê beriya her tiştê darizandina kurê Mûammer Qeddafî, Seyfî el Îslam derbixwe pêş.
Serdozgera Efrîkayî 8 sal bûn alîkara serdozgerê DCN’ê Ocamp bû. Balkêş e ku piraniya kesên li Laheyê tên darizandin ji Efrîkayê ne.