Li taxa Mahmure Karakule ya Stenbolê jina bi navê Zahîde Feyzîoglu ji aliyê hevjînê wê ve bi 47 kêran hate qetilkirin.
Li taxa Mahmure Karakulê dayîka 4 zarokan ya 33 salî Zahîde Feyzîoglu ji aliyê hevjînê wê ve 35 salî Çetin Feyzioglu ve bi 47 lêdanên kêrê hate qetilkirin. Hate zanîn ku, Feyzioglu duh ji bo zarokên xwe bibîne ji mala stargehê hate mala hevjînê xwe û li malê ji aliyê hevjînê xwe Çetîn Feyzîoglu ve bi kêran hate qetilkirin. Keça wan ya 12 salî Î.F. jî qirîz derbas kir. Çetîn Feyzîoglu jî piştî bûyerê xwe winda kir û çû.