Jinek din jî bi guman jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Peyîzava ya Amdê xwendekareke amadeyî bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Peyîzava ya Amdê xwendekareke amadeyî bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Xwendekara Amadeyî S. Kaya li mala xwe ji qata 9’an xwe avêt xwar. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Kaya rakirin nexweşxaneyê lê nehate rizgarkirin.
Di rojên dawî de mirina jinan a bi guman zêde bûye. Tenê li Agiriyê di nava 35 rojan de 6 jin bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di nava 5 mehên îsal de 119 jin mirine û ji van jî 66 bi guman in.