Jinek bû seroka Parlementoya Başûrê Kurdistanê

Wekîlek jin bû Seroka Parlementoya Başûrê Kurdistanê.

Ji bo hilbijartina serokê nû Parlementoya Başûrê Kurdistanê civiya. Hilbijartina du kes ketin pêşbaziyê namzeta YNK’ê Rewas Fayeq bi dengê 72 parlementeran bi serket. Nazmeta Tevgera Nifşê Nû Şadî Newzad jî 16 deng girt.

Mutabaqata ku PDK û YNK’ê ya di mijara hikûmeta nû de divê serokatiya parlementoyê ji YNK’ê be. Heta niha Vala Ferîd ê PDK’yî weke demkî serkatiya parlementoyê dikir.

Alîkariya serokatiyê jî Hemîn Hewramî yê ji PDK’ê û parlementerê Tirkmen Mûna Kahvecî bi rê ve dibin.