Jinan şervana YPJ'ê Jînda spartin axê
Jinan şervana YPJ'ê Jînda spartin axê
Jinan şervana YPJ'ê Jînda spartin axê
Jinan şervana YPJ’ê Fadîme Demîrkaya (Jînda Delîla) ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Ebex a Wanê spartin axê.
Şervana YPJ’ê Fadîme Demîrkaya (Jînda Delîla) ku di êrîşa xwekujî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk hat de bi giranî birîndar bû, anîbûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Jînda Delîla piştî karûbarên otopsiyê anîn gundê Çayir ê navçeya Ebexê ya Wanê. Cenaze bi alên PKK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Viyan Soran, û dirûşmên Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Qatil DAIŞ, hevkar AKP” û “Şehîd Namirin” hate pêşwazîkirin.
Tevî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Alîkarê Hevserokên DBP’ê ya Wanê Fadil Bariştiran, Serokê MEYA-DER’a Wanê Îbrahîm Alkan, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarên Ebexê Suna Atabay û Faruk Demîr, Hevşaredariya Artemêt Abdulkerîm Sayan, bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.
JINAN ŞERVANA KURD FADÎME SPARTIN AXÊ
Di merasima cenaze de, tevî Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredara Ebexê Suna Atabey û jinên tevlî merasîmê bûn, dest dan bêran û cenazeyê Fadîmeyê spartin axê. Piştî ku cenaze spartin axê, ji bo şehîdên têkoşîn azadiyê rêz hate girtin.
‘EW JI BO SERXWEBÛNA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ TÊDIKOŞIN’
Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban di merasîmê de axivî û diyar kir ku têkoşîna Kurdistanê têkoşîna jinan e û destnîşan kir ku ev têkoşîn ji Zîlan, Bêrîtan, Viyanan û heta Fadîmeyan berdewam dike.
Çoban got: “Ji bo serê cîhanê bilind be, çar parçeyên Kurdistanê azad û serbixwe bibin, canê xwe feda dikin” û bal kişand ser têkoşîna bi biryar ya ji aliyê jinên Kurdistanê ve tê meşandin û diyar kir ku bi vê têkoşînê perdeya ronahiyê danîne ser tarîtiyê. Çoban ragihand ku divê ji ber vê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û got: “Divê em li mîrasên wan xwedî derkevin. Em li vir soz didin ku em ê dilsozê têkoşîna wan bin.”
Serokê MEYA-DERA Wanê Îbrahîm Alkan jî got: “JÎTEM’a Kenan Evren hebû, Hizbullaha Tansû Çîllerê hebû, îro jî DAIŞ’a Erdogan heye. Hedefa van hemûyan tinekirina gelê Kurd e. Ew bi kuştinê nikarin Kurdan tune bikin. Gelê Kurd wê azad bibe.”
Herî dawî bavê Fadîme Demîrkaya, Arîf Demîrkaya got “Şehîd şehîda Kurdistanê ye” û banga xurtkirina têkoşînê kir.
Merasîma cenaze bi duayan bi dawî bû.