Li Navenda Pêkanîn û Lêkolîn a Pirsgirêkên JÝnan a Amedê (DÎKASUM) Parêzer Hulya Gulbahar û parêzer Reyhan Yalçindag der barê qanûna nû ya pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinê de ji bo jinên saziyên herêmê û Amedê semînerek dan. Hiqûqnasan got ku ev qanûn di encama têkoşîna jinê de derketiye holê.
Semînera ku ji aliyê parêzer Hulya Gulbahar û parêzer Reyhan Yalçindag ve hate yîn ji saziyên Amed û yên herêmê nêzî 40 kes tevli semînerê bû. Pisporên xizmeta civakî, civaknas aktîvîstên ku xebatên jinan dimeşandin jî di semînerê de cihê xwe girtin. Hiqûqnasan balkişandin ser kêmasiyên qanûnê û ligel vê derfetên ku bi xwe re anîn jî vegotin.
SERKEFTINA TÊKOŞÎNA JINÊ
Gulbahar û Yalçindag destnîşan kirin ku ev qanûn di encama faliyetên Platforma ‘Ji Şîdeta Li Hemberî Jinê re Na’ ku 250 saziyên jinên Tirkiyeyê ava kir, derket. Her wiha destnîşan kirin ku ligel hestiyariya rêberiyên herêmî pirsgirêkên jinan hê jî didomin.
JI BO MÊRAN ‘HEPSA BI ZORÊ’ ANÎN
Jinên hiqûqnas diyar kirin ku ligorî qanûna berê ji bo mêrê ku şîdet li ser jinê pêk dianî biryara wekê ‘Nêzî jinê nebe’ dihat dayîn û got ku ev ne tedbîreke têr bû û wiha gotin: “Lê bi qanûna nû mêrê ku şîdetê li jinê bike rastî cezaya ‘Hepsa bi zorê’ anîn. Di pêkanîna ewil de di navbera 3-10 rojan de, ger dubare bike 15-30 rojî ceza tê dayîn.
Hiqûqnasan da zanîn ku ji bilî dadgehên cezayên, dadgeha malbatê biryara vê dabe ev gelek girînge û got li gorî qanûna berê jin gelek caran xwe nedigîhan cihên têkildar. Di vê mijarê de ligorî esasa saeta 7/24’an jina mexdur teqe dikare serî li hiqûqnas, qerekol, qeymeqam, walitî û dadgehên malbatî bide. Hiqûqnasan da zanîn ku mekanîzmayên çareseriyê dikarin tedbîr û Pêşîgirtinê bigirin.
QANÛNA ŞAHIDÊN JINÊ NAPARÊZE
Gulbahar û Yalçindag da zanîn ku dema mirov li bûyerên rojane yên di çapemeniyê de dertên dinêrin nas û şahidên jinê dixwazin jina mexdur bê parastin û got lê qanûn vê yekê nahundiîne û ev yek rexne kirin. Semîner bi pirs û bersivan berdewam kir û gotin ku kêmasiyên qanûnê dê di pêkanînê de zêdetir bên dîtin.