Jinan li Tambovê konferansa xwe lidar xistin
Jinan li Tambovê konferansa xwe lidar xistin
Jinan li Tambovê konferansa xwe lidar xistin
Jinên Kurd ên li bajarê Rûsyayê Tambovê dijîn 3. Konferansa xwe li darxistin. Di konferansê de şoreşa Rojava Kurdistanê hat silavkirin.
Jinên Kurd ê li bajarê Rûsya Tambovê û navçeyên derdora wê, bi beşdarbûna 50 delegeyan 3. Konferansa xwe lidar xistin. Konferans duh li Mala Kurdan li ser mijarên nirxandina siyasî, rewşa jinên heremê, xwedî derketina li zimanê dayikê, problemên jinên ciwan dijîn û avakirina komîteya rêveberiya jinan hat li darxistin. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê rêvebera Yekitiya Jina Azad YJA’yê Reyhan Cûdî ve hat kirin.
Cûdî diyar kir ku wan bi taybetî xwestine konferansa xwe di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê pêk bînin û bi ruhê konferansê re tundiya li dijî jinan şermezar û lanet bikin. Cûdî bal kişand ser tundiya li her qada jiyanê li jinan tê kirin û destnîşan kir ku eger jin xwe birêxistin û zane nekin, dê timî rastî pêkanînên bi vî rengî werin. Cûdî got, "Jinên Kurd êdî xwe nas kirine û di her qada civakê de bûye xwedî erk."
Di berdewama axaftina xwe de Cûdî li ser navê konferansê şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir û got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd dîrokê ji nû ve dinivîsinin. Li rexmî hemû zext û dorpeçkirinan gelê Kurd li şoreşa xwe xwedî derket. Em hêvîdarin ku wê di demek nêz de bi saya xort û keçên Kurd gelê me bi aramî bijî.”
Piştî axafina vekirinê ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rêxistinbûyîna jinê û pirsgirêkên ku jin di civakê de dijîn hatibû berhevkirin, hat xwendin. Li dû nameya Ocalan li mesaja bi dîmen a Endama Desteya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta hat temaşekirin.
Di konferasnê de nîqaşên jinan heta derengiyê dewam kir û di dawiyê de komîteyek rêveber a ji 13 kesan hat hilbijartin. Di konferanê de ev biryar hatin stendin: