Jinan li Stockholmê piştgirî dan Guven

Li paytexta Swêd Stockholmê, komek ji jinan ên rêxistinên cuda yên jinan, bi peyamekê piştgirî dan Leyla Guven ku 81 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Jinan wêneyên Leyla Guven hildan û nameya ku ji Guven re nivîsandibûn xwendin.

Jinan diyar kirin, ew têkoşîna leyla Guven a ji bo demokrasî û mafên mirovan dişopînin, û destekê didin wê. Jinan xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û destûr bê dayin ku karibe parêzer û xizmên xwe bibîne.

Jinan bi bîr xistin, Tirkiye dewleteke faşîst e ku zextê li her kesên destekê nadin polîtîkaya Erdogan dike û bi hezaran mûxalîf girtiye. Her wiha bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî jî hate kirin ku ji bo qebûlkirina daxwazên Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê.

Jinan gotin, "Em dixwazin girtiyên siyasî hemû werin berdan. Em dixwazin, tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe."