Jinan li Qendîlê tundiya li dijî jinê protesto kirin
Jinan li Qendîlê tundiya li dijî jinê protesto kirin
Jinan li Qendîlê tundiya li dijî jinê protesto kirin
Li herêma Balayan a Qendîlê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi pêşengiya RJAK'ê jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê û li dijî tundiya li hemberî jinê bal kişandin ser girîngiya yekitiya jinan.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê, li gundê Wesanê yê herêma Balayan a Qendîlê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di çalakiya ku alên RJAK, KJB û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin de endama RJAK'ê Hêlîn Şivan daxuyanî xwend.
Şivan da xuyakirin ku tundî berhema zîhniyeta desthilatdarî û dîktatoriyê ye û di roja îro de jî di her qada jiyanê de li dijî jinan tê bikaranîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Sîstema heyî, jinê weke mal û namûsê dibîne. Jin ji her alî ve rastî êrîşê tên. Di bin navê dîn de jin tên recmkirin, keçên 15 salî bi zorê tên zewicandin. Her roj bi dehan jin tên kuştin. Mafê jiyanê ji jinan re nayê naskirin."
Şivan diyar kir ku divê jin li dijî vê rewşê xwe perwerde bike, xwedî li vîna xwe derkevin û destnîşan kir ku ji bo têkoşîneke bi rûmet divê jin bibin yek.
Şivan ragihand ku dijderketina li tundiyê erkeke mirovahî û exlaqî ye û banga bilindkirina têkoşînê kir.
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.