Jinan li Frankfûrtê tundiya mêr şermezar kirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi banga Piştevaniya Jİnê ya Ewropayê nûnerên gelek saziyên jinan li hev kom bûn û tundiya mêr şermezar kirin.

Nûnerên saziyên Yenî Kadin, SKB, Zora, Sekulaere Migrantinnen, Amara, Courage, ADKH, Yekîtiya Jinên Koçber, Jinên Ciwan ên Dîdîf û nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl tevlî çalakiya roja Çarşemê bûn.

Jin ji bo Meryem Şahîn li hev kom bûn ku 1'ê Gulanê li Hambûrgê ji aliyê hevserê xwe yê beriya 7 salan jê cihê bûbû hate qetilkirin. Jinan ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.

Xizm û dostên Şahîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Qisekeran Saray Guven jî bi bîr anîn ku 20'ê Tebaxa 2017'an li nêzî Munsterê piştî destavêtinê hatibû qetilkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku mîna kujeran xelat bikin ceza li kujerên jinan tên birîn û destnîşan kirin ku êdî ew tehemûl nakin yek tenê ji wan kêm bibe.

Jinan ragihandin ku wê çalakiya xwe bidomînin û li dijî tundiyê banga xurtkirina têkoşîna yekîtî û rêxistnkirî kirin.