Meclîsa Jinan ya BDP'ê ya Edene ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa meşaleyî ya bi slogana "Ji Ocalan re azadî" li dar xistin. Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken di bernameyê de axivî û wiha got: "Heke AKP bixwaze di Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji welat re aştiyê bîne divê tecrîda li Îmraliyê rabike."
Meclîa Jinan ya BDP'ê ya Edene ji bo balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Ova ya navçeya Şakîrpaşa ya Edeneyê meşa meşaleyî ya bi navê "Ji Ocalan re azadî" li dar xist. Koma di nav de Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak, rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din li Kolana Ova hatin cem hev û pankrata "Azadiya Ocalan azadiya me ye" vekirin dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Ocalan Ocalan" hatin berzkirin. Piştî meşê Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken axaftineke kin kir.
'KURD BÊ STATÛ NAJÎN'
Baluken diyar kir ku, gelê Kurd li hemberî zilimê rabûye ser piya û êdî kurd bê statu najîn. Baluken anî ziman ku, divê hemû kes ji tabloya Suriyeyê dersan derbixe. Baluken da zanîn ku, rejîma Esad ya ku ziman, çand û nasnameya gelê Kurd nasnekir hebûna xwe winda kir. Baluken bilêv kir ku, li bajarên kurdan ên Suriyeyê li her kolanê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin û wiha got: "Kesên ziman, çand û nasnameyan kurdan înkar dikin ev wêne peyamê dide."
Baluken axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hemû polîtîkayên AKP'ê yên şer îflas kirin. Hêviya me ewe ku pêvajoya muzakere û diyalogê destpê bike. Hêviya me ewe ku di 1'ê Îlonê de tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe."