Jinan li Cinêvê gotin: Divê têkoşîn were geşkirin

Jinên Ewropayî û koçber bi mijara ''jin, koçberî û penaberiyê'' hatin cem hev û gotin li dijî her cure cihêkariyê divê jinên cîhanê têkoşînê geş bikin.

Ji hêla Marche Mondîal des Femmes (Meşa Jinan a Cîhanê) ve li Cinêvê ya Swîsreyê jin li Maîson des assocîatîonsê hatin cem hev. Ji Swîsre, Ewropa û tevgerên jinan ên koçeran bi sedan jin hazir bûn.

Di kombûna jinan de hate gotin, ''Jin ji ber şer, sedemên polîtîk, hejariyê, tundiyê, zexta navmalî û gelek sedeman ji welatê xwe dûr dikevin. Ev jin hem li ser rêya penaberiyê û hem jî li welatê ku hatinê tim cihêkarî li wan tê kirin û tundiyên curebecur li ser wan tê kirin.''

Bi berdewamî hate gotin gelek jin li welatê ku hatine ji ber ku statûyek wan çênabe mexdûr dibin û hate gotin, ''hebûna destûra rûniştinê ya jinan dibe sedema ku zêdetir keda wan were xwarin û li karên bê ewle bixebitin''  û arîşeyên jinên koçber hate destnîşankirin.

Nûnerên saziyên jinan gotin polîtîkayên milliyetgirî û populîst ku li Ewropayê geş dibe her roj dijminatiya li biyaniyan geş dikin û diyar kirin li Ewropayê ji bo têkoşîna arîşeyên ku jinên koçber li Ewropayê dijîn divê tora hevgirtinê ya xurt were avakirin. 

Her wiha hate diyarkirin divê tevgerên jinan ên Ewropayê û koçberan bi hev re têbikoşin.

Li ser navê Tevgera Jina  Kurd jî di kombûnê de têkoşîna azadiyê ya jina Kurd û destkefiyên wê hatin destnîşankirin, giringiya têkoşîna rêxistinî ya jinên cîhanê hate bibîrxistin û hate gotin yekîtiya bi reng û hêza jinan bêyî ku bi derengî bikeve divê were avakirin.