Jin li Botanê ji bo 25'ê Mijdarê hatin ba hev
Jinan li Botanê di derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî dan û peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Jinan li Botanê di derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî dan û peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Li navçeya Qilêban a Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan xwestin ku li qada Newrozê merasîmekê li dar bixin, lê polîsan bi hinceta ku “Li dijî qanûnê ye” asteng kir. Jinan li gel hemû astengiyan jî xwestin bimeşin û rastî êrîş polîsan hatin. Jinan ev biryar bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kir. Piştre ji bo ku daxuyaniyê bidin derbasî qada Qilêbanê bûn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Rêxistinên HDP’ê navend û navçe û Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê jinên ku hatine qetilkirin hatin rakirin. pankarta,”Jin jiyan azadî,li dijî faşîzmê dem dema azadiya jinane” hate vekirin.
‘BERXWEDAN LI HER QADÊ BERFIREH DIBE’
Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Guler Tunç ve hat xwendin. Tunç diyar kir ku ew di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe didomînin û got: “Ew hişmendiya ku me di mal û zindanan de girtî dihêle û hewl dide ku ramanên me û hêza me ya rêxistinî asteng bike divê bizanibe ku em ê berxwedana xwe bidomînin û asta azadiya jinê bilind bikin. Em ê pratîkên tundiyê yên dewleta mêrsalar ên wek lêgerînên tazî yên di girtîgehan de, heqaret, şewitandina înfazan, sepanên lijneyan, bêparhiştina ji pirtûk û rojnameyan tu caran nepejirînin. Bi vê boneyê jî, em bang dikin ku her kes li nobeta malbatên ku ev bi mehan in ji bo zarokên xwe yên ku di girtîgehan de mirin li wan tê ferzkirin têdikoşin û berxwedana dayîka Emîne Şenyaşar a ku li hemberî bêedaletiyê li ber xwe dide xwedî derkeve. Dîsa di şexsê Aysel Tugluk a ku bi têkoşîna gerdûnî ya hevpar a jinan hat berdan de, ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi heman biryardarî û astê de em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ NERAZÎBÛN
Tunç di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên dewletê yên li ser jinan û wiha domand: “Divê êşkenceyên ku li bedenên mirî yên Kurdan tên kirin, êrîşên li ser goristanan jî wek domahîka van polîtîkayan bên destnîşankirin. Texrîbatên civakî yên ku ji ber çekên kîmyewî pêk tên her ku diçe zêdetir dibin. Di kesayeta Şebnem Korur Fîncanci ya ku li ku derê dibe bila bibe bi tu awayî dev ji afirandina zanistê ya ji bo civakê bernedaye de, helwestnîşandana li hemberî çekên kîmyewî meseleya rûmetê ye. Careke din, wek TJA’yê, em bang li hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî, raya giştî ya xwedîwijdan û demokratîk dikin ku li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.”
Piştre Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr axivî. Îmîr destnîşan kir ku desthilatdarî ji tekoşîna jinan ditirse û wiha axivî: “Li Qilebanê şerekê taybet heye. Beriya 6 mehan Bêrîvan Alturk tevî keça xwe li kolanê bi awayeke hovane hatin qetil kirin. Ew kamera û mobeseyên ku her deqe dixebite qetlîama li ser bedena Bêrîvan nedît. Lê belê ew kamera û hêzên dewletê ji bo ku em balê bikşînin li ser qetîlkirina jinan me dorpêç dikin û êrîşê jinan dikin. Şîdeta herî mezin li ser me ye. Lê bersîva têkoşîna me li hemberê vî êrîşê wek raperîn e. Hûn dixwazin têkoşîn û berxwedana me qels bikin. Lê hûn ruxmî van encam nagirin. Ev zêdebûna êrîşan jî nîşan dide ku ji jinan ditirsin. Ji ber vê jinên pêşeng hedef digirin û wan dîl digirin. Lê bizanibin ku tevî van çawa ku heya niha we encam negirtiye, hûn ê niha jî nekaribin bistînin.”
JIN ÇÛN SER GORA YUKSEL A KU LI CIZÎRÊ HATE QETILKIRIN
Piştre jin derbasî ser gora Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a ku di jêrzemînên Cizîrê de hatiye qetilkirin bûn.