Jinan li Îzmîrê piştgirî dan Guvenê

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê bi dirûşm ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ piştgirî dan Leyla Guven a ev 87 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye.

Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê destek dan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ev 87 roj in di grevê de yeû berxwedêrên din.

Jinên ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar kom bûn, pankarta ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ vekirin û yek dengî dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ qîr kirin.

Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay li vir daxuyaniyek da diyar kir ku Leyla Guven ji bo aştî û demokrasiyê ev 87 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê.

Kemalbay anî ziman ku 281 kes li zindanan di grevên birçîbûnê de ne û da xuyakirin ku destekê didin berxwedêrên girtî û got: “Ji bo aştî û demokrasiyê em li gel Leyla Guven in. Têkoşîna Leyla Guven têkoşîn û rûmeta me ye.”