Jinan ji bo Tûglûk û girtiyên nexweş hemûyan dest bi kampanyayê kirin

Jinên ji gelek welatan, di şexsê Aysel Tûglûk a dîlgirtî de ji bo girtiyên nexweş hemûyan dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Alîkara berê ya Hevserokên Giştî yê HDP'ê Aysel Tûglûk ku nexweş e, li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dîl tê girtin. Ji bo işaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk bê kirin, bi sernavê "Ji bo azadiya Aysel Tûglûk banga ji 1000 jinî" kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Armanc ew e ku heta 12'ê Çileyê hezar îmze bên komkirin. Lê ji niha ve zêdeyî 2 hezar û 520 kesî piştgirî dane kampanyayê.

Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Danîmarka, Almanya, Hollanda, Swîsre û Îngilistanê gelek jin tevlî kampanyayê bûn û mohra xwe danîn binê metna ji bo azadiya Tûglûk.

Jin her wiha 14'ê Çileyê wê bi gotina "Ez yek ji hezar jinî me" ji bo azadiya Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş li ser medya dîjîtal parvekirinan bikin û ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kirin.

Lînka kampanyayê wiha ye:

https://forms.gle/AdzkAsxHiRqDfgUU6