Jinan ji bo Rojava banga alîkariyê kir

Jinan ji bo Rojava banga alîkariyê kir

Komeleya Jinan ya Ekîn Ceren bangkir ku, piştgiriyê bidin kampanya alîkariya gelê Rojava

Komeleya Jinan ya Ekîn Ceren, bi armanca piştgirî bidin gelê Rojavayê kampanyaya bi şiyara "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" hatiye destpêkirin, li Komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Beriya civîna çapemeniyê ya endamên komeleyê beşdar bûne de, amûrên pêdiviyên giştî yên bi piştgiriya Şaredariya Kayapinarê ve hatiye civandin ji bo bişînin Rojava li kamyonan bar kirin. Piştre di derbarê mijarê de Civaknasa Komeleya Jinan ya Ekîn Ceren, Ayşe Çaçan axivî û diyar kir ku, ew dê piştevaniya jinên li Rojavayê berdewam bikin û bangewaziya her kes di vê mijarî de bi hişyar bin kir.

Jinan amûrên pêdiviyên giştî yên di çerçoveya kampanyayê de civandine ji bo bişînin Rojava ji Deriyê Sinor ya Dirbêsiyê re şandin.