Jinan ji bo doza Şengul Karaca bang kirin

Meclîsa Jinin a KESK’ê, ji bo doza endama KESK’ê Şengul Karaca ya ji aliyê mêrê bi navê Hasan Aydin ve hate qetilkirin ku wê 26’ê Îlonê bê pêkanîn, bang kir.

Mamoste û endama Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê Şengûl Karaca ya ku meha Gulana borî ji aliyê mêrê bi navê Hasan Aydin ve hate qetilkirin, wê rûniştina yekem a dozê 26’ê Îlonê li Edliyeya Stenbol a Çaglayanê pêk were.

Meclîsa Jinan a KESK’ê bang li jinan kirin û ev tişt got: “Me Şengul a meha Gulana borî ji aliyê heskiriyê xwe Hasan Aydin ve ji qata 3’emîn avête xwar û qetilkir ji bîr nekiriye, jibîr nakin! Ji bo şideta mêr a bi gotina ‘Ez ne li ser hişê xwe bûm, nayê bîra min’ bersiva me ev e: ‘Tê bîra me û wê lêgerîna me ya edaletê ya ji bo Şengul em ê bidomin.”