Jinan ji bo 1'ê Gulanê bang kirin

Jinên ji KESK, TMMOB, TTB û DÎSK'ê gotin ku wê bi şiyara "Keda me, bedena me, nasnameya me yên me ne" roja 1'ê Gulanê dakevin qadan.

Jinên ji KESK, TTB, DÎSK û TMMBO'ê beriya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran li Enqereyê li hev civiyan û ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kirin.

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî û Alîkara Hevserokên Giştî Ayşe Acar Başaran jî di nav de nûnerên jin ên gelek partiyên siyasî û sendîka tevlî civînê bûn.

Sekretera Giştî ya Emeklî-Senê Nevîn Kiziloz bi navê jinan daxuyanî da.

Nevîn Kiziloz diyar kir ku jin wê ji bo ked, wekhevî, edalet, laîktî û aştiyê roja 1'ê Gulanê li qadan bin û destnîşan kir ku li dijî nedîtina şîdet, destdirêjî û destavêtina li jinê dikin wê bi şiyara "Keda me, bedena me, nasnameya me yên me ne" dakevin qadan.

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşe Acar Başaran piştre axivî û diyar kir, kedkarên herî mezin jin in ku ji nedîtî ve tên. Başaran got, "Em pê bawerin ku jin bi têkoşîna hevgirtî, bi nasnameya jinê dikarin aştî û wekheviyê biafirînin. Em ê teqez bi ser bikevin."