Jinan ji Bexdayê bang kirin: Êrîşên dewleta Tirk biqedînin!

Nûnerên rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê piştî konferansa jinan a li Bexdayê daxuyanî dan û ji bo bidawîkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang kirin.

Li paytexta Iraq Bexdayê di 30'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Bi îradeya jin a azad em ê li dijî qirkirinê têbikoşin" konferansek hate lidarxistin.

Konferansa ku bi hevkariya TAJÊ pêk hat, zêdeyî 100 jin tevlî bûn. Piştî konfreansê nûnerên rêxistinên jinan ên Êzidî û Başûrê Kurdistanê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî dan.

Jinan bang li rayedarên hikumeta Iraqê û sefîrên bilind ên welatên din ên li Bexdayê kirin û xwestin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker biqedînin.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên di daxuyaniyê de axivî û diyar kir, ku ew konsolosxaneyên li Herêma Kurdistanê destê hizbî gihîştinê û dengê jin û welatiyan nagihînin û got ku lewma pêwîste dengê xwe bigihînin nûnertiyên li Bexdayê.

Tara Hisên diyar kir ku dewleta Tirk rojane çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne û mirovên sivîl qetil dike, gund, bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê topbaran dike û got: "Armanca Tirkiyeyê ne tenê neteweya Kurd e, armanca wê ew e ku wîlayeta Mûsilê bêxe bin destê xwe. Zîhniyeta desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê, her wiha zîhniyeta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û hevkariya wan, çarenivîsa Kurd ber bi aqûbatek nediyar dibe. Lewma em pêwîstiyê pê dibînin ku aliyên peywendîdar girîngiyê bidin deng û armanca jinan ku aştî ye."

Tara Hisên diyar kir ku êdî nabe dewlet û hêzek din biryarê li ser çarenûsa gelan bide û siyaseta xwe di nava Iraqê de pêk bîne û wiha domand: "Pêwîste îradeya gelên Iraqê vegere. Bi awayekî aştiyane, jiyana bi hevre di nava gelên cuda yên Iraqê de hebe. Her cûreyên dagirkeriyê şermezar dikin."

Jinên Êzidî yên Şengalê jî ev peyam dan: "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê ye, di heman demê de li ser Şengalê ne jî û heta niha berdewam dikin. Em Tirkiyeyê û hemû wan desthilatdarên ku li hemberî êrîşan bê helwest in ên weke PDK û hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Pêwîst bû hikûmeta Iraqê helwest li hemberî êrîşan hebe, lê heta êrîşa dawî ti helwesta wê nebû, ji ber ku yên ziyan didîtin tenê Kurd bû, lê divê hikûmeta Iraqê li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk dengê xwe derbixîne. Divê me hemû bizanibin ku hêzên li Rojava û çiyayan li dijî Tirkiyeyê li ber xwe didin, li hemberî êrîşên Tirkiyeyê asteng in, rê nadin Iraq parçe parçe bibe û nahêlin plana Tirkiyeyê bi ser bikeve."