Jinan êrişa li dijî Meryem Şahîn şermezar kirin

Êrişa li dijî jina bi navê Meryem Şahîn a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ku hevserê wê yê berê hewl da li pêş çavên du zarokên wê wê qetil bike, li gelek bajaran bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li gelek bajarên Elmanyayê, êrişa li dijî Meryem Şahîn hate şermezarkirin.

STÛTTGART

Endamên rêxistinên Yenî Kadin, TJK-E, Zusammen Kampfen, Komeleya Dijberên Qirkirina Dersimê 1938, SKB, Die Linke, Stuttgarter Frauenbundnis, ATÎK, ADHK li Schlossplatzê li hev kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyaniyek hate dayin û di şexsê êrişa dijî Meryem Şahîn de komkujiyên li dijî jinan hatin şermezarkirin.

KOLN

Li bajarê Kolnê jî endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Tevgera Jin ên Ciwan ZORA û Meclîsa Jinê ya Viyan çalakî kirin. Çalakî ji ber pandemiyê bi tevdîr hate lidarxistin û saet di navbera 17:00-19:00 de li Neumarktê pêk hat.

Di çalakiyê de bi navê SKB, TJK-E û ZORA'yê belavok hatin xwendin û hate bibîrxistin ku îsal li Elmanyayê 4 jin û di sala 2019'an de jî 135 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinan diyar kirin ku di dema pandemiyê de tundiya li djiî jinê zêde bûye û bang li jinan hate kirin ku dengê bilind bikin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê jî li Haûptwacheyê çalakî pêk hat û êrişa li dijî Meryem Şahîn hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê SKB, Rêxistina Jinan a Ciwan ZORA ve hate lidarxistin û Tevgera Jinên Kurd, rêxistina Yenî Kadin û gelek rêxistinên jinan piştgirî dan.

Qisekeran ji bo çalakiya 6'ê Gulanê banga tevlîbûnê kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî çalakiya şermezarkirinê li ber mala Şahîn pêk hat.

Di serî de cîran û hevalên wê nêzî 200 kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya şermezarkirinê ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Hambûrgê ya li dijî Tundiyê ve hate organîzekirin.

Leyla Kaya bi navê însiyatîfê axivî û got, "Li dijî tundiyê em serî hildidin, em bi hêrs in."

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî diyar kir ku femîsîd divê di çarçoveya qanûnan de bê nirxandin û wê her tim li ber tundiyê rabin.