Jinan di navbera Cûdî û Bestayê de kon veda

Jinan di navbera Cûdî û Bestayê de kon veda

Tevkarên DOKH'ê bi armanca pêvajoya vekişandin ya Şirnexê bişopînin li bajaroka Gundikê Melê ya di navbera çiyayên Cûdî û Besta de konê çareseriyê vedan. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan di çalakiyê de axivî û wiha got: "Qasî çûna we dê vegera we jî muhteşem be. Roja ku em rojekê bi Birêz Ocalan re bên Amedê nêzîke."

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi armanca pêvajoya vekişandina gêrîlayên HPG'ê bişopîne li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê konê çareseriya çareseriyê veda. Bi sedan jin serê sibê bi wesayîtan ji naveda Sêrt, Şirnex û navçeyên ber li navenda Şirnexê hatin cem hev, pişt re ber bi cihê çalakiyê ve bi rê ketin.

Di çalakiyê de pankratên "Nêzîkahaiya li hemberî Serokatiyê nêzîkatiya gelê Kurde" û "Em ji bo meşa çareseriya demokartîk di nobetê de ne" hatin daliqandin. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Endama Koordînasyona KCD'ê Songul Morsumbul, Endama Meclîsa BDP'ê Rabîa Tekas, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Necla Nergîz û sedan jin tevlî veda kon bûn.

Di dema çalakiyê de di seetên destpêkê de gelek helîlkopterên Skorskî firiyan û jinan bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" û nîşaneyên serkeftinê bersiv dan. Li ser navê jinan Rêvebera KURDÎ-DER'ê Zeynep Kagiş li ber kon daxuyanî da û diyar kir ku, li ser banga Ocalan rayedarên KCK'ê biryara agirbestê û vekişandinê girt û ev biryar ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek girînge.

Kagiş anî ziman ku, di çarçoveya biryara girtin de hatin Şirnexê konê nobedariyê vedan. Kagiş da zanîn ku, ji bo mirin û provokasyonên di vekişandina sala 1999'an de pêk neyê dê mehekê li vir nobetê bigirin û wiha got: "Ji bo ku windayên weke vekişandina sala 1999'an de pêk neyên em weke çavdêr xwe deklere dikin. Ji bo pêvajo bi awayekî rêk û pêk pêkbê divê hem rayat giştî hêza xwe ya berxwendana demokratîk bilind bike."

Parelementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku, ew weke jin çalakiya xwe ya dîroka têkoşîna jinê ya her girîng li dar dixin. Aydogan da zanîn ku, keda aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 20 salin berdewam dike bi mirina bi gûman a Serokomar Turgut Ozalan û Serokwezîr Necmettîn Erbakan ji peywirê girtin ji aliyê hêzên tarî ve hate astengkirin.

Aydogan bilêv kir ku, Ocalan di sala 1999'an de şansekî din da aştiyê û wiha got: "Ev pêvajoya aştiyê ya yekemîn nîne. Birêz Ocalan 20 salin ji bo aştiyê kedê dide. Lê hêzên tarî ji bo keda Birêz Ocalan vala derbixin a ji destê wan hat kirin. Di sala 1999'an de 500 gerîla qetilkirin. Niha şansekî gelek girîng ji bo aştiyê hate girtin û ji bo ku heman êş neyên jiyîn û provokasyon pêk neyên em li virin. Em ji bo pêşiya hemû hewildanên pevçûnan bigirin li virin. Qasî çûna we dê vegera we jî muhteşem be. Roja ku em rojekê bi Birêz Ocalan re bên Amedê nêzîke."

Piştî daxuyaniyê jinan bi stranan govend girt û çalakiya nobedariyê Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Qilabanê dewr girtin. Çalakî dê ji aliyê jinan ve bi 3 rojan dorveger bidome.