Jinan derbarê Selîm Ay de gilî kir

Jinan derbarê Selîm Ay de gilî kir

Jinan derbarê Sedat Selîm Ay yê ku li gel tecawuz û îşkenceya wî li dadgehê hatiye ispatkirin jî cardin wekî Alîkarê Midurê Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê hatiye tayînkirin de gilî kirin.

Meclîsên Jinan yên Sosyalîst, Komelaya Jinan ya Gokkuşagi, Jinên EMEP'î, jinên SDP'î, Kollektîfa Sosyalîst ya Femînîst, Jinên EHP'î û gelek jinan derbarê Sedat Selîm Ay yê îşkencekar û tecawuzkar de gilî kirin. Jinên ku pankarta "Em vî îşkencekarî baş nasdikin, şahidiya me heye" vekirin li ber Qesra Edeletê ya Çaglayanê hatin cem hev û dowîzên wekî "Ay yê tecawuzkar yê SS'î bila ji peywirê bê girtin" û "Dewlata tecawuzkar wê hesap bide" hilgirtin. Jinan bê navber duruşmên "Bila tecawuzkar Ay ji peywirê were girti", "Dewlata tecawuzkar wê hesap bide" berz kirin.

Jina bi navê Merve Tufekçî li ser navê jinan daxuyaniyek da û got ku desthiladtariya ku ev çend sale behsa sifir îşkenceyê dike, bi destê xwe îşkencekar û tecawuzkar Ay tîne ser peywirê û wî xelat dike." Tufekçî di berdewamê de xwest ku Ay ji peywirê were girtin.

Jina bi navê Zelal Armutlu ya rastû îşkenceya Ay hatibû jî li vir axaftinek kir û ev serpêhatiyên xwe anîn ziman: "Wê demê bi boneya ku ez tevli daxuyaniyekê bûm, hatim binçavkirin. Di binçav de Ay îşkence li min kir. Ceyran dan min. Ez ji pêlekanê avêtim xwarê. Ez jî dixwazim Ay bê darizandin." Xwîşka Hasan Ocakê ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin, Masîde Ocak jî hêstên xwe bi van gotinan anî ziman: "Li vî welatî tu baweriya min ji edeletê re tuneye. Îro her kes matmayî bûye ku ka çewa dibê îşkencekarek dibe midûr. Ev her tim gilîkerê wanin."

Piştî axaftinan Arzu Demîr, Nuran Atmaca, Meral Armutlu, Zelal Armutlu û Bîrsen Kaya ku di binçav de rastî îşkenceyê hatine daxwaznameyên giliyê pêşkeşî dozger kirin.