Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Fatma Karayil a di 24'ê Adarê de li Bedlîsê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê ji aliyê sedan jinan ve bi dirûşmeya "Şehît Namirin" spartin axê.
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Fatma Karayil (Gulbahar Amed) a di 24'ê Adarê de ligel 15 hevalên xwe yên jin li Bedlîsê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, şevê din li Amedê ji aliyê sedan jinan ve bi diruşmeya "Şehît Namirin" hate definkirin. Cenazeyê Karayil û Ozlem Atsak (Ronahî Dêrsim) tevlihev hatibû kirin û li navçeya Ebexê spartibûn axê. Malbatê piştî cenaze ji navçeya Ebexê wergirtin anîn Amedê.
Di merasima cenazeyê Karayil de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Seroka Şaxa MEYA DER'ê Leyla Ayaz, endam û rêveberên BDP'ê yên Amedê, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û gelek dayikên din amade bûn. Cenaze li ser rêya Mêrdîn bi girseyî hate pêşwazîkirin. Girsê piştî cenaze pêşwazî kir, li Goristana Yenîkoyê definkirin. Cenazeyê Karayil li Goristana Yenîkoyê ji aliyê jinan ve bi dirûşmeyên "Şehit Namirin", "Bijî Serok Apo" hate definkirin. Jinan di merasima definkirinê de wêneyê Karayil û alên PKK û Konfederalizma Demoratîk vekirin. Dayik û jinan piştî wecîbeyên olî darbesta Karayil danîn ser milê xwe û bi dirûşmeya "Şehit Namirin" heta gorê meşiyan û definkirin.
Di merasimê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, anî ziman ku bi salan e li ser vê axê gelek êşên giran tên kişandin û xwest êdî ev xwîn û êş bi dawî bibe. Aydogan, anî ziman ku ji ber li ser vê axê mirov bi çekên kîmyewî tên kuştin malbatê keça xwe nasnekiriye. Aydogan, bal kişand ser geşedanên li Sûriyê jî û wiha got: "Li Sûriyê 6 bajar ketin bin rêveberiya kurdan. Ev xuya dike ku ev têkoşîn vala naçe.
Dayika gerîla Karayil Perihan Karayıl jî anî ziman ku gelê kurd bi milyonan nifsu wan heye û bi kuştin û girtinê xelas nabin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Karayil, anî ziman ku ew kurdin û mafê wan ê gelan heye û wiha got: "Keça min ji bo ciwanên xweşik bes bên kuştin xwe feda kir. Bila êdî ev kuştin bi dawî bibe."
Kom piştî merasimê bi dirûşmeya "Şehît Namirin" belav bûn.