Jinan bang li parlamenterên jin kir

Jinan bang li parlamenterên jin kir

Tevî Hewldana Jinan a ji bo Aşitiyê, Platforma Jinên Enqereyê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrûmê, Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê, Kolektîfa Femînîstên Stenbolê, Komeleya Nivîskarên Jin, Jinên Azad ên Ciwan, Platforma Jinan a Snopê û Meclîsa Jinên Sosyalîst, bi giştî 38 rêxistinên jinan ji bo parlamenteran name şandin.

Rêxistinên Jinan ji bang li parlamenterên jin kirin û gotin; "Tezkereyê pesend nekin, li dijî herêma ewlekariyê ya tempon derkevin."

Jinan di daxuyaniya xwe dan zanîn derxistina tezkereyê, tê wateya pevçûnên li derveyê sînor û gotin: "Ev pevçûn dê bi xwe re êş û jan, êş û jan jî dê bi xwe re karesat û hesta tolhildanê pêş bixe. Gelo mane tiştên wiha bûn sedema derketina DAIŞ'an."

Jinan bang hewldanên avakirina herêma tempon, tê wateya "Bêmirovhiştina" herêmê û  gotin: "Avakirina herêma tempon, tê wateya bêmirovhiştina herêmekê. Li vê derê Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Êzidî dijîn. Bi wayeke wekhev xwe bi xwe bi rê ve dibin."

Rêxistinên jinan bal kişandin ser herêma tempon û biryara tezkereyê û  bi bîr xistin ku pêvajoya çareseriyê he, di demek wiha divê biryarên mîna tezkere û herêma tempon dernekevin.

Sazî û rêxistinên jinan bang li parlementerên jin kirin ku li dijî biryara avakirina herêma û tempon derbikevin û dengê "na" bi kar bînin. Jinan da zanîn ku tenê rêyek a bidawîkirina şer heye, ew jî ew e ku divê hemû jin bi hev re bixebitin. Di nameya jinan de hat gotin: "Ji ber vê jî divê destpêkê, em li bi hev re li dijî herêma tempon û tezkereyê derbikevin."

Navê rêxistinên ku îmze avêtine binê nameyê wiha ne:

Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinan, Amargî Îzmîr, ANKA LGBT, Kolektîfa Femînîstan a Enqereyê, Platforma Jinan a Enqereyê, Weqfa Çand û Hunerê ya Başak, Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrûmê, Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad, Jinên Partiya Kedê, Jinên Genel-Îşê, Komeleya Keskesor, Jinên Halkevci, Meclisa Jinan a HDK û HDP'ê, Komîsyona Jinan a ÎHD'ê, Kolektîfa Femînîstên Jinan, Komeleya Nivîskarên Jin, KADAV, Kooperatîfa Jinan a Filmmor, Kolektîfa Jinan a Îzmîrê, Kolektîfa Keda Jinan, Kompus Cadi, Jinên KESK'ê, Jinên Ciwan û Azad, Koordînasyona Jinan û Platforma Hêza Sendîkayi, Platforma Jinan a Sînopê, Jinên Partiya Sosyalîst û Demokratîk, Kolektîfa Feminîstên Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst, Meclîsa Jinan a Ji nû ve Avabûna Partiya Rizgariyê, Baskê Jinan a Hekîmên Yekitiya Tabîbên Tirk, Jinên Redkara Wijdanî, Komeleya Piştevaniya Stargeha Jinan, Jina Demokrat a Nû, Jinên Keskên Çep û Baskê Jinan ê Federasyona Komeleya 78'an.