Bi giştî temîrata motopisqilêtan mêr dikin. Lê li navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê jineke ku temîrata motopiskilêtan dike hemû paşverûtiyan dişikîne. Jina bi navê Eşe Çevîk ya 27 salî 4,5 meh berê zewicî ye û hevsrê xwe Hasan Çevîk re di saetên serê sibê de tê dukanê vedike û dest bi karê xwe dikin. Çevîk da zanîn ku ji ber karê ku dike bertekên gelek baş digire.
YEKANE JINA TEMÎRATÊ DIKE YE
Eşe Çevîk li bajaroja Atakent a Sîlîfkeyê rudine û diyar diyar dike ku ber tenê malê dimîne sebra wê nayê û bi hevserê xwe re tê alîkariya wî dike. Eşe bi serketina xwe hostayan jî li pişt xwe dihêle.
Eşe li Mêrsînê yekane jina ku temîratê dike ye û tenê dibistana seretayî xwendiye. Eşe Çevîk destnîşan dike berê tenê ji bo çêkirina xwarina hevserê xwe diçû dukanê lê din ava demê de meraqa wê ji bo kar çêbûye di demeke nêz de hemû karê wir hîn kiriye.
JIN ÇI BIXWAZE DIKARE BIKE
Eşe Çevîk wiha pê de çû: “Ez li malê vala rudiniştim. Lê min karê dukanê mereq kir. rojekê ez çûm dukana hevserê xwe. Di nava demê de ez dem bi dem diçûm. Min karê wî mereq kir û hîn bûm. Niha ger ku hevserê min ne li vir ez dikarim temîratê bikim. Cihê ku ez nezanibim bi telefonê ji wî dipirsim. Li gorî min bila jin li malê runenin. Piştî ku mirov bixwazin mirov dikarin her tiştî bikin. Jin, mêr ji hev ne cudane. Bila tenê têbikoşin. Têkoşîn her tiştî tîne.
EZ BALA JINAN DIKIŞÎNIM
Çevîk anî ziman ku bi taybetî jin bala xwe didinê û wiha got: “Ez bi karê xwe serbilindim. Xebat ne eybe. Ger mirov nexebitin eybe. Divê li civaka serdest ya mêr kalib bê şikandin. Ger jin bi hêz bin û têbikoşin dê azad bibin.”
EM BERTEKÊN BAŞ DIGIRIN
Hevserê wê Hasan Çevîk jî da zanîn ku ew ji ber hevsera wî bi wî re dixebite gelek kêfxweşe û wihagot: “Em bi hevre dixebitin. Ez niha gelek rehetim. Hewce nîne ez kesek din ligel xwe bidim xebitandin. Dema karê min dertê ez emanetê wê dikim. Em gelek kêfxweşin. Civak jî bertekên baş nîşanê me dide.”