Jina ducanî ji aliyê bavê xwe ve hat revandin

Jina ducanî ji aliyê bavê xwe ve hat revandin

Li bajarê Dihokê, jinek ciwan a ducanî, ji aliyê bavê xwe û mafê xwe ve hat revandin. Dayîka wê ji jiyana keça xwe bi fikar e.

Rojîn Mihemed Îbrahîm a 23 salî, ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber bûyerên li Sûriyeyê reviya Başûrê Kurdistanê û li Dihokê bi cih bû. Rojîn li vê derê ji mala bavê xwe direve û dizewice. Di rojên borî de li bajaroka Alokan a Zaxoyê ji aliyê bavê xwe û mamê xwe ve hat revandin.

Dayîka Rojînê diyar kir ku hevserê wan bi zarokek xwe re axiviye û gotiye hêvîya xwe ji Rojînê qut bikin. Hat zanîn ku ji ber tundiya bavê xwe Rojînê berê li malê jî xwestiye xwe bikuje.

Dayîka Rojînê diyar kir ku ew ji rewşa jiyana keça xwe bi guman e û ji rayedarên Başûrê Kurdistanê alîkarî xwest.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bavê Rojînê xwestiye wê bi xizmek xwe re bide zewicandin, lê Rojîn qebûl nekiriye û bi xortê ku jê hez dikir re reviya û zarokek wan çêbûye.