Jina Ciwan ji aliyê dezgiriyê xwe ve hat qetilkirin

Jina Ciwan ji aliyê dezgiriyê xwe ve hat qetilkirin

Hat îdia kirin ku li Mêrsînê Rêber Dayananê 24 salî bi hînceta dezgirtiya wî Neslihan Kutluya 23 xapandiye serê wê li zirandaye daye û qetilkiriye.

Li gorî agahiyên bi dest ketine bûyer di seatên nîvro de li navçeya Akdeniyê li zinarên Balıkçi Barınagiyê pêk hatiye. Rêber Dayanan û Neslihan Kutluya li ser zinar rûniştîn di nav bera wan de nîqaş çêbûye. Di encama nîqaşên derketî de Rêber serê jina ciwan li zinarî dide û bi mudaxaleya kesên derdor Dayanan ji herêmê direve. Heya polîs hatin cihê bûyerê Kutlu jiyana xwe jidest da. Piştî ku lêkolîn li cihê bûyerê hat kirin cenazeyê Kutlu ji bo otopsiyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê.

Rêber Dayananê ji cihê bûyerê revî li Parka Luna ya li herêma Balıkçi  Barınagiyê hat girtin. Rêver ji bo lêpirsînê birin li Emyet Muduryeta Mêrsînê û îdia kir ku ji aliyê dezgirtiya xwe ve hatiye xapandin, ji ber vê çendê nîqaş di navbera wan de çêdibe û Kutluyê qetil dike.