Jin xwe ji Konferansa Aboriyê re amade dikin
Jin xwe ji Konferansa Aboriyê re amade dikin
Jin xwe ji Konferansa Aboriyê re amade dikin
Kesên ku xebatên jinan ên rêveberiyên xwecihî bi rê ve dibin, sazî û dezgehên jinan, akademÎsyenên jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk komxebatek bi mijara Pênaseya Aboriya Jinan û Şêwazê Beşdarbûna Aboriyê li dar xist....
Kongreya Civaka Demokratîk, Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê û gelek sazî û dezgehên sîvîl civînên amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk didomînin ku dê 27-28'ê Îlonê li Wanê bê lidarxistin. Li Hêwana Resepsiyonê ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komîsyona Jinan a KCDê û Komîsyona Aboriyê, DTSO, Tevgera Jina Azad û Demokratîk, saziyên jinan, akademîsyen û jinên ji derdorên karguzariyê beşdarî komxebata bi navê Pênaseya Aboriya Jinan û Şêwazê Beşdarbûna Aboriyê bûn û her nûnerekê bîr û boçûn û ezmûnên xwe vegotin.
Di serê komxebatê de endama Komîsyona Aborî ya KCDê Sema Koç, di 34'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê de hemû jinên bi destê dewletê hatine kuştin li gel gelan bi bîr anîn. Koç, da zanîn ku di dewama dîrokê de pirsgirêkên aborî û yên civakî yên girêdayî wê, bi deralîkirina jinan a nav hilberîna aborî qewimîne û wiha domand, “Darbeya herî mezin a li jiyana civakî, bi hindê bûye ku aborî ji destê jinan hatiye girtin û daye destê tefecî, tucar, sermayedar û axayan. Vê rewşê hiştiye ku aborî ji reha xwe ya civakî biqete û bikeve destê rantxwerî, modernîteya bi ser talan û mêtingeriyê.”
Koç bal kişand ku sedema van qewmînan jî ji wê peyda bûye ku hêzên aborî yên navneteweyî çav berda dewlemendiyên vê axê û got, “Tundûtûjiya nêr ku îro li ser gelên Tirkmen, Keldanî, Suryan, Filistîn û bi taybetî jî li Rojava û Şengalê bi ser Kurdên Êzidî pêk tê li jinan tê kirin. Bi taybetî jin gelekî bandorê ji van polîtîkayan digirin û berdêlên giran didin. Ji ber vê jî îro jî nû ve naskirina aboriyê bi destê jinan gelekî girîng e.”
Dê roja Şemiyê 13'ê Îlonê komxebata bi navê Polîtîkayên îktîsadî yên Rêveberiyên Xwecihî û Sazûmankariya îktîsadî, roja Yekşem a 14'ê Îlonê jî dê komxebata bi navê Di Xweseriya Demokratîk de Aboriya Komunal bêne lidarxistin.