Jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan amade dike

Li ser banga Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya (YJKE) li bajarê Koln ê Elmanyayê bi tevlîbûna bi dehan jinan xwe ji bo 15’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a ku wê 22’yê Hezîranê bê lidarxistin, amade dikin.

15’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a her salê li Elmanyayê tê lidarxistin, îsal êw li Leverkûsenê bê kirin.

Jinên ku saet 10:00’ê li ser banga CENÎ û YJKE’yê li Kolnê kom bûn, amadekariyên festîvalê nirxandin. Civîna ku ji hemû eyaletên Elmanyayê nûnerek tevlî bû, jinên Êzidî û Elewî jî cihê xwe di civînê de girtin.

Rojeva sereke ya festîvalê ya îsal berxwedana grevên birçîbûnê li xwe digire. Wê di festîvalê de berxwedana dayikan û çalakiyên fedayî yên di dema berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdê bi dirûşma ‘Berxwedana jinê azad dike’ bê girtina dest.

Her wiha li gel tevlîbûna gelek saziyan, rêxistinên jinan, HDP, sendîkaya karkerên Elman, parlementerên Elman û Ewropî jî wê cihê xwe têde bigirin.

Di festîvalê de ji bo zarokan jî amadekarî hatine kirin.

Panela fesîtvalê ya îsal wê bi sernavê ‘Şideta li ser jinê polîtîk e, ew jî dibe tu be’ pêk were.

Panelên ku jinên ciwan, rêxistinên cuda yên jinê û nûnerên YJKE’yê cih bigirin saet 10:30’î destpê dike.

Gelek hunermend tevlî çalakiyê dibin. Festîval xwedî bernameyeke dewlemend e. Ji hunermendan Eylem Aktaş, Chopy, Deniz Derman, Serhet Ergican tên ser dikê. Her wiha koma Ereban e û skêc jî hene.

Cara yekem wê di festîvala îsal de cih ji bo xwarinên herêmî bê dayîn. Xwarinên Rojava, Rojhilat, Elmanî, Gurgum, Mêrdîn, Dersim-Kerboran, Serhat û Riha jî bên pêşkêşkirin.