Jin wê 'Ji bo Rêbertiya xwe' bimeşin

Jin wê 'Ji bo Rêbertiya xwe' bimeşin

Li paytexta Elmanya Berlînê, di çarçoveya kampanya "Ji bo Rêbertî û Azadiya xwe li çalakiyan e" wê di 15'ê Mijdarê de meşek bê lidarxistin. Meş wê saet di 14:00 de li meydana Wittembergplatz a li navenda bajêr destpê bike.

Beriya meşa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Destdan ve tê organîzekirin, ev bang hat kirin:

"Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo azadiay jinê, aştî û demokratîkbûyîna Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn, xaleke jêneveger e. Her wiha bi vê meşa xwe re, ji bo dawî li qirkirina jinê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê li Şengal û Rojava tê kirin bê anîn, em dixwazin piştevanî û berxwedana jinê li Berlînê bilind bikin.

Al û wêneyên Abdullah Ocalan ê 15 sal in ji bo çareseriyeke aştiyane û adîl a pirsgirêka Kurd li gel mercên giran ê dîlgirtinê jî di nava têkoşîneke bêhempa de ye û nêrîna modela civaka demokratîk û azadîparêziya jinê ya li Rojava derxist holê, di dema dawî de ji aliyê polîsê Berlînê ve gelek caran bi awayekî kêfî di meş û mîtîngan de hatine qedexekirin. 

Mînak; di pêvajoya greva birçîbûnê ya piştevaniya berxwedana Kobanê de jî, belavoka "Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan" bi hinceta "wêneyê Ocalan lê ye" hatiye qedexekirin. Bi meşa xwe re di heman demê de em helwesta antî demokratîk a polîsê Berlînê jî şermezar dikin. Di serî de jin em bang li hemû alîgirên edalet, aştî û azadiyê dikin ku bi rengê xwe û kincên neteweyî beşdarî meşê bibin."