Kurdistaniyên li Ewrûpayê ji bo Efrînê hin biryar stendin

Partî, sazî, rêxistinên Kurdan ên li Ewrûpayê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê li hev civiyan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila ji bo Efrînê têkevin nav hewldanan.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê di roja 51’ê de didome. Li hemberî van êrîşan berxwedana YPG, YPJ û gelê Efrînê jî didome. Gelê Kurd ji Japonyayê heta Avûstralyayê ji bo Efrînê dadikevin qadan. Kurdên li Ewrûpayê dijîn jî ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê li hev civiyan.

Civîn bi pêşengiya KNK û Komîteya Xwedîlêderketina Efrînê bi beşdariya 57 partiyên siyasî yên ku KCK, PDK, YNK, GORAN û PYD jî tê de, bi beşdariya 53 rêxistinên civakî yên sivîl û bi beşdariya sedan rojnameger, nivîskar, siyasetmedar û hunermedan hate lidarxistin. Ji xeynî nûnerên saziyên Asûr-Siryan, nûnerên rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyê û nûnerên saziyên Ereban jî cih girtin. Di civînê de hin biryar hatin stendin.

‘DIVÊ EM YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN’

Di civînê de ji aliyê Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar deklarasyon hate xwedin. Di deklarasyonê de ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker 51 roj berê, tevî çeteyan êrîşî Efrînê kir. Dewleta Tirk bi her awayî li dijî Kurd û Kurdistanê ye û bi êrîşên leşkerî vê nêta xwe eşkere dike. Dewleta Tirk heta niha piştgiriya DAÎŞ’ê kir û ji destpêkê ve li dijî kantonên Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk herî dawîn jî êrîşî Efrînê kir û gelek gund û bajar dagir kiriye. Di van êrîşan de bi sedan kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dane.”

GELÊ EFRÎNÊ LI BER XWE DIDE

Di deklarasyonê de hate diyarkirin ku YPG, YPJ, QSD û gelê Efrînê li ber xwe didin. Di heman demê de gelê Kurd piştgiriya vê berxwedanê dikin. Lê divê em li dora Efrînê xeteke parastinêya neteweyî ava bikin û nehêlin ku Efrîn were dagirkirin. Divê dilê hemû Kurdan ji bo Efrînê lêbide. Serfiraziya Efrînê ew ê di azadiya Kurdistanê de deriyên nû veke.  Ji ber vê jî divê em hemû sazî, partî û Kurd piştgiriya Efrînê bike.”

BIRYARÊN JI BO EFRÎNÊ

Di deklarasyonê de ji bo Efrînê ev biryar hatin stendin.

  1. Divê ji bo xwedîlêderketina Efrînê hevgirtinên mezintir û qelebalixtir werin organîzekirin. Bi giyanê parastina Kobanê divê xwedî li Efrînê were derketin.
  2. Divê ji bo bicihanîna biryara NY a ji bo agirbesta li Sûriyeyê xebat werin kirin.
  3. Divê NY xwedî li biryara xwe derkeve û di pratîkê de cih bîne.
  4. Divê DYA, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê û Koalîsyona Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li ser meseleya Efrînê jî bisekine.
  5. Em helwesta Rûsyayê ya li ser Efrînê şermezar dikin. Divê Rûsya siyaseta xwe biguherîne û qada hewayî ya Sûriyeyê ji balefirên Tirkiyeyê re bigire.
  6. Divê rejîma Sûriyeyê bi dengekî bilindtir li dijî dagirkeriya Efrînê derkeve û bi Kantona Efrînê re peymanekê çêbike.
  7. Divê Yekîtiya Dewletên Ereban êrîşên li ser Efrîn û Sûriyeyê şermezar bikin.
  8. Divê cîhan li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê ya ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê qels dike helwesta xwe diyar bike.
  9. NY li hemberî qetlîamên li Cizîr û Bakurê Kurdistanê bêdeng ma, ji ber vê jî Tirkiye êrîşî Efrînê dike. Divê NY bi awayekî cîddî li ser meseleya Efrînê bisekine û nehêle ku Efrîn bibe Cizîr.
  10. Em li vê derê diyar dikin ku Efrîn Kurdistan e û parastina Efrînê parastina Kurdistanê ye. Divê em bi hemû derfetên xwe xwedî li Efrînê derkevin.
  11. Em bang li dost, derdorên demokrat û xwedî wijdan dikin ku heta niha we piştgiriyeke baş dan me, divê hûn vê piştgiriya xwe bidomînin.”