Jin wê bi dirûşma “Em li Kobanê Arîn in li sînor Kader in” biherikin sînor

Jin wê bi dirûşma “Em li Kobanê Arîn in li sînor Kader in” biherikin sînor

Weke hemû jinên cîhanê wê li Bakurê Kurdistanê jî bi pêşengiya DOKH’ê çalakiyên bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê bên lidarxistin. DOHK wê bi dirûşma “Ji Xwişkên Mirabel heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn in, li dijî Sînor Kader in” çalakiyên girseyî li dar bixe.

Tevgera Jinan a Demokrat û Azad (DOKH) wê bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi dirûşma “ Ji Xwişkên Mirabel heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn in, li dijî Sînor Kader in” çalakiyên girseyî li dar bixe. Di çarçoveya van çalakiyan de wê jin bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re biherikin ser sînor. Jinan îro li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya Şaredariya Pirsûsê civînek li dar xistin. Tevî nûnerên DOKH’ê, endamên ÎHD, Egîtîm Sen, KCD, Hevşaredarên Pirsûs, Wêranşar û Bozovayê civînek pêk hat. Endama Desteya Îcrayê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Feleknas Uca axivî û bal kişand ser têkoşîna Xwişkên Mirabel ên ku 25’ê Mijdara 1960’ê li Komara Domînîkê ji aliyê rejîma Trujillo ve hatin qetilkirin û diyar kir ku jinên Kurd îro li Rojava weke Xwişkên Mirabel bûne nîşaneya berxwedanê.

 HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê HIŞMENDIYA ZILAM E

Uca got ku tundiya li dijî jinê ji destpêka dîrokê ve berdewam dike û diyar kir ku jin bi pirsgirêkên xizm, heval, koçberiya bi darê zorê, kêmaniyên aboriyê û tundiya dewletê û bi hemû pirsgirêkan re rû bi rû ne û li pişt van hemû tundî û pirsgirêkan jî hişmendiya nêr heye. Uca bal kişand ser êrîşên li Şengal û Rojava li hemberî jinan pêk hat û da zanîn ku hişmendiya DAIŞ’ê hişmendiya zilam e.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER ŞENGAL Û ROJAVA LI QADAN BIN

Uca bal kişand ku berxwedana Kobanê xwe bi hemû cîhanê daye qebûlkirin û diyar kir ku yên ku li Kobanê şer dikin bi dilên xwe li cîhanê dîrok nivîsandine. Ucu destnîşan kir ku hin dewletên cîhanê bi çekên xwe destekê didin çeteyên DAIŞ’ê û gelê Kurd li hemberî vê wehşeta DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Uca diyar kir ku wê roja 27’ê Mijdarê bi pêşengiya DOHK’ê jin çalakiyan li dar bixin û bang li hemû jinan kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo Rojava û Şengalê li qadan bin. Uca got: “ Em ê bi van çalakiyên xwe bala raya giştî bikişînin ser berxwedana YPJ’ê û Kobanê.”

BILA JINÊN CÎHANÊ LI SÎNOR BIN

Herî dawî Uca got: “Em ê di şexsê Arîn Mîrxan, Sakîne, Fîdan û Leylayan de roja 25’ê Mijdarê li ser sînorê Kobanê ji bo azadiya xwe biqîrin. Em aştiya ku cîhan nekariye pêk bîne, pêk bînin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku roja 27’ê Mijdarê li ser sînor bin.”

Di dawiya civînê de ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê komîsyon hatin avakirin. Hevseroka Qanûndanînê ya Kantona Kobanê Faîze jî di komîsyona de cih girt û xebatên ji bo çalakiyan ji îro ve destpê kirin.