Jin li Wanê du caran rastî tundî û cihêkariyê tên

Jin li Wanê du caran rastî tundî û cihêkariyê tên

Ji Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe da xuyakirin ku li gel qanûnên hatine derxistin jî tundiya li dijî jinê dewam dike û stargehên jinan nikarin çareseriyê hilberînin. Ozgokçe diyar kir ku di sala 2012'an de 280 kesan serî li VAKAD'ê dane lê belê ev hejmar di sala 2013'an de derketiye 300 serlêdanan. Ozgokçe anî ziman ku jinên penaber ên ji welatên mîna Îran û Efganîstanê xwe li Wanê girtine mehkûmî mercên giran ên jiyanê bûne û destnîşan kir ku jinên penaber du caran rastî tundiya nava malbatê û pirrengiya cihêkariyê tên.

Li Wanê, ku tundiya li dijî jinê li gorî par zêde bûye, li gel zexta aborî, psîkolojîk û tundiya fîzîkî, li vî bajarî drama jinên penaber jî tê jiyîn. Di vê nuqteyê de di qada kar de jinên penaber rastî talaneke mezin a kedê tên. Jinên kar bi destê wan nakeve jî destê xwe vedikin. Bi taybetî jinên ji Îran û Efganîstanê di ser Wanê re hatine Tirkiyê, ji bo çareserî ji pirsgirêkên wan re bê afirandin serî li VAKAD'ê didin.

Ji VAKAD'ê Zozan Ozgokçe pirsgirêkên jinên li bajêr û jinên penaber ji ANF'ê re nirxand.

TUNDÎ, ZEWACA BI ZORÊ Û TENÊHIŞTINA BI ZAROKAN RE...

Ozgokçe ragihand ku tundiya aboriyê pirsgirêka herî giran e û got, "Li gel tundiya fîzîkî û psîkolojîk a hevser, tundiya aboriyê serhildana jinan zêde dike. Ji ber ku jin bê pere tên hiştin û mêr qet mere nade malê, zarok birçî dimînin. Ji ber vê yekê jin derî bi derî serî li saziyên alîkariyê didin. Ji bo bûrsê serlêdan li me tê kirin. Tundiya nava malbatê ji xwe timî derdikeve pêşiya me. Zewaca ji zarokatî û bi zorê. Mêr jinê li dû xwe dihêle, bi jinên din re dijî, zarokan xwedî nakin. Ev hemû pirsgirêkên jin pê re rû bi rû dimînin."

'ÎSAL SERLÊDAN ZÊDE BÛN’

Ozgokçe diyar kir ku hejmara serlêdanan ku par 280 bû, di nava sala 2013'an de 300 derbas kir û got, "Di serlêdanan de ji sedî 10 zêdebûn çê bûye. Qanûna der barê Pêşîgirtina li Tundiya li dijî Jinê û Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284, di 8'ê Adarê de ket meriyetê, her wiha Peymana Stenbolê hat morkirin. Di qanûnê de pirsgirêkên cidî yên pêkanînê hene. Bi taybetî polîs û wezîfedarên dewletê, haya wan ji berpirsyariyên xwe yên ji vê qanûnê nînin. Hînê qereqol îxbar û giliyên jinan werdigirin, lê belê ji bo destwerdanê dilxwaz nînin. Jinên ku xwedî biryara parastinê ne dema li qereqolê digerin ya polîs nakeve nava tevgerê yan jî bi derengî destwerdide."

‘STARGEH NABIN ÇARE’

Ozgokçe destnîşan kir ku zilamên li saziyên cemaweriyê dixebitin û serî li tundiyê didin ji aliyê dewletê ve tên parastin û got, "Karmendên dewletê yên mîna mamoste, polîs, karmendên tenduristiyê, dema di nava malbatê de serî li tundiyê didin, mixabin nayên cezakirin. Di heman demê de jinên rastî tundiyê tên jî, baş nayên parastin. Kuştina mamoste Gulşah a li Wanê mamostetî dikir û li pêş çavan hat kuştin, mînakeke vê yekê ye. Wekî din, kêmbûna stargehan û kêmasiya xizmetên wan, dibin sedem ku jin di nava rewşeke tundiyê de bên ragirtin. Em dibînin ku jinên demekê xwe li stargehan digirin, vedigerin malê xwe. Dema ji jinan em dipirsin çima li stargehan namînin dibêjin; pirsgirêkên me çareser nakin. Mixabin em hewldanek ji bo jinan jiyanekê amade dike, nabînin."

JINÊN PENABER

Ozgokçe da zanîn ku ji ber girtina ofîsa penaberan a li Wanê, serlêdanên penaberan zêde bûne û diyar kir ku jinên serî li wan didin penaberên ji Îran, Sûriye û Efganîstanê ne. Ozgokçe got, "Ji bo veguhastina welatekî sêyemîn, dermankirina nexweşiyên xwe û bicihbûnê, tên. Sûriyeyî xwedî pasaport in. Di statuya penaberiyê de nînin. Ew jî ji bo alîkariya xwarinê tên."

‘YA DESTÊ XWE VEDIKIN YAN JÎ BI HEQDESTEKÎ KÊM DIXEBITIN’

Ozgokçe ragihand ku rewşa jinên penaber gelekî xerabtir e û wiha peyivî: "Li xaniyekî 4-5 malbat dijîn. Dest vedikin yan jî bi heqdestekî kêm di şert û mercên giran de dixebitin. Piraniya wan zewicîne. Yên ne zewicî bi giranî Efgan an jî Îranî ne. Yên cihê bûne, yên hevserê wan mirine, tên."

Ozgokçe da xuyakirin ku li dû erdheja 23'ê Cotmeha 2011'an hejmara malbatên penaber gelekî kêm bûye û got, "Em texmîn dikin ku li Wanê nêzî 250 malbat dimînin. Berê zêdeyî 2 hezar bû. Yên mayî li bajarên mîna Enqere, Eskîşehîr, Stenbolê hatin belavkirin. Ji vê derê jî weke welatê sêyemîn Kanada û Norwêc wan qebûl dikin."

‘ROJÊ DI BERDÊLA 5 NANAN DE DIXEBITIN’

Ozgokçe anî ziman ku jinên penaber piştî erdhejê di şertên giran de hewl didin jiyana xwe dewam bikin û destnîşan kir ku karên herî asta jêrîn ên sektora xizmetê bi heqdestekî herî kêm ji aliyê penaberan vê tê kirin. Ozgokçe anî ziman ku gelek ji penaberan li gel tevahiya rojê xebitîne jî nikarin nan bibin ji malê re, lewma bi şev jî li ser rê destê xwe vedikin û got, "Em dizanin ku di berdêla 5 nanan de hin penaber li firinan tevahiya rojê dixebitin. Di warê kar de jî yê ku herî zêde mafên wan tên binpêkirin, dîsa penaber in. Ji ber ku penaber bi tirsa dersînorkirinê dijîn, timî bêdeng dimînin."

DU CARAN RASTÎ TUNDÎ Û CIHÊKARIYÊ TÊN

Ozgokçe ragihand ku ji ber prosdurên penaberiyê dirêj in û bersiv ji pêdiviyên jiyanî nayê dayîn, penaber neçar dimînin di mercên gelekî xerab de bijîn û got, "Travmaya nediyariyê û mercên giran ên jiyanê, pirsgirêkên binghîn ên penaberan e. Di van şert û mercên giran ên jiyanê de, di nava malbatên penaber de jin û ciwan du caran rastî tundî û cihêkariyê tên."