Jin li Stenbolê meşiyan

Bi sedan jin ji bo Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsûsê ya Mersîne hat qetilkirin meşiyan û diyar kirin ku ew ê xwedî li jiyana xwe derkevin.

Bi sedan jin ji bo Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsûsê ya Mersîne hat qetilkirin meşiyan û diyar kirin ku ew ê xwedî li jiyana xwe derkevin.

Koma Bergirıya Lezgin a Li Hemberî Cînayetên Jinan ji bo Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusê ya Mersînê hat qetilkirin meşeke girseyî li dar xist. Jinên ku li Qada Tunelê ya Taksîmê hatin cem hev bi pankarta "Guldunya, Ayşe, Ozgecan, serhildana me mezin dibe" heta Qada Galatasarayê meşiyan. Di meşê de dowîzên "Jin jiyana xwe diparezin" û "Ayşenur Îslam jî ya ku peşiya tundiya mêran nagirê jî kiryarê komkujiyan e" hilgirtin û dirûşmên "Jin ji bo azadiyê derketin qadan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Daxuyaniya Kurdî Ferîde Eralp a Tirkî jî Oznur Subaşi xwend.

Endama Koma Bergirıya Lezgin a Li Hemberî Cînayetên Jinan Ferîde Eralp li ser qetilkirina Ozgecan Aslan rawestiya û diyar kir ku kesekî berpirsiyariya vê kuştinê hilnedaye li ser milên xwe. Eralp anî ziman ku li ser axa ku dijîn her roj herî kem 3 jin tên qetilkirin û ev jinên ku tên qetilkirin jî ji aliye mêrên ku nêzî wan tên qetilkirin û dewlet jî hevparê ve yeke yê û wiha got: "Mêrên ku me qetil dikin, hê jî li dadgehan bi hinceta tehrikê cezayê wan kêm dikin. Dad bi mêjiyê mêr bêyî ku girêdana di navbera kuştin û şîddeta sistematik a bi salan bibinin dikevin pêşbaziya daxistina cezayên van qatilan." Eralp derbirî ku AKP ne xurtkirina jinê, xurtkirina malbatê esas digire û wiha axivî: "AKP'ê ji bo berpirsiyara xwe li ser xwe biavêje nîqaşên xesandinê û darvekirinê derdixe holê. Lê belê em pir baş dizanin ku esasê vê meseleye ne îdamkirina meran a piştî qetilkirina jinan e."

Eralp da zanin ku ew ê li jiyana xwe xwedî derkevîn û li dijî tundiya mêran wê berxwedana xwe mezin bikin. Eralp bang meclîsê jî kir ku daxwazên wan bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di tecawizê de riza tine yê. Di tacîz û tecawizê de îfadeyên jinê esas in. Bila wezareta jinan ava bikin, Pakêta ewlehiya navxweyî, bêewlehiya jinan e, em ji vê pakête re dibejin na."

Piştî daxuyaniye çalakî bi dawî bû.